the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Rojhan

Evîna Min

Derdek canê min peyda bû Bê derman maye Dermanê birînê tu yî Roniya çavê min Dermanê birîna'm tu yî Gula mala min Yar yar yar yar evîna min yar Yar yar yarê yarê jiyana min yar Sal min bû şevên tarî Xewa min nayê Hêsir dibarin ji çavên min Tawiyê para min Bêhna te tê yarê yarê Balgiyê serê min Yar yar yar yar evîna min yar Yar yar yarê yarê jiyana min yar Yar tu Evîna dilê min î yar Jiyana min î tu roniya çavê min î Va çend sal e ez xerîbiyê bê te dinalim yar Hêsir çavê'm wek xwînê tên xarê Kesek jana min nizane Kesek derê min lê naxe yar De were yar

Bêjebêje © 2015-2024