the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hunergeha Welat

Felaket im

Kuro Tirko baş bizane Sûra Amed im, kevirê qaldirme me Şahê şeran birîndar im Birîndarê kerba giran im Kewê ribat im, hogê mêran im Ji jinan keça Sitî me Xweya Xelîta Zîvî me Kujera gurê boz im Tola sor a Sara me Hilma pêta Zîlan im Felaket im yeman im Şapa Zapê me Tunehêla Serêkaniyê me Ez ê li mala te bikim dojeh û qeyran e Yeman im *Stranbêj: Xalid Dêrik *Awaz: Mehmûd Berazî *Gotin: Şêro Hindê, Brahîm Feqe 2019

Bêjebêje © 2015-2024