the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hunergeha Welat

Gujje çemê me

By: Ciwan

Biska bade hevalê Keziya te çemê Firat e Çi beroj e, eniya te Ha li pirê ke kefiya xwe Nexşê wê li ba ke Wan neyaran bela ke Biska bade hevalê Keziya te çemê Firat e Çi beroj e, eniya te Ha li pirê ke kefiya xwe Nexşê wê li ba ke Wan neyaran bela ke Pira me ye û çemê me ye Û şetyanê wan rondikan Bila kelek bighê wara Gurr e, çemê me Pira me ye û çemê me ye Û şetyanê wan rondikan Bila kelek bighê wara Gurr e, çemê me Beden dan ber bendava Çelengo, lo hevalo Qaç kir keriyê keftara Bejnên merda mertal e Nêvtenga zer du ta ke Wan kelaxan bi nav ke Beden dan ber bendava Çelengo, lo hevalo Qaç kir keriyê keftara Bejnên merda mertal e Nêvtenga zer du ta ke Wan kelaxan bi nav ke Pira me ye û çemê me ye Û yan hebûn e, yan neman Wan hevalan çog girêdan Gujj e, çemê me Pira me ye û çemê me ye Û yan hebûn e, yan neman Wan hevalan çog girêdan Gujj e, çemê me Birîna te çîçek e Bîn benavê, hevalê Dil sîbera mala me Keça daykê bilîlîne Van dêwan dagerîne Kesî me ji pêv we nîne Birîna te çîçek e Bîn benavê, hevalê Dil sîbera mala me Keça daykê bilîlîne Van dêwan dagerîne Kesî me ji pêv we nîne Pira me ye û çemê me ye Û şetyanê wan rondikan Bila kelek bighê wara Gurr e, çemê me Pira me ye û çemê me ye Û şetyanê wan rondikan Bila kelek bighê wara Gurr e, çemê me Ji nêv pêla wê xwînê Roja xayina wê bê Wê bên meydana tolê Li pey soza van çav reşa Li pişta nifşê camêran Me xwe ragirt, hevalo Ji nêv pêla wê xwînê Roja xayina wê bê Wê bên meydana tolê Li pey soza van çav reşa Li pişta nifşê camêran Me xwe ragirt, hevalo Pira me ye û çemê me ye Û yan hebûn e, yan neman Wan hevalan çog girêdan Gujj e, çemê me Pira me ye û çemê me ye Û yan hebûn e, yan neman Wan hevalan çog girêdan Gujj e, çemê me

1

Bêjebêje © 2015-2025