the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hunergeha Welat

Lo Kurdo Çêyo

Lo Kurdo çêyo Lo Kurdo çêyo Bejin şal û şap e Kofî sor li eniyêyo Pişta min bernede, lo milê min bernede Şûrê nêrgizî lo, li neyaran tu rade Bira tu ji Dihokê Delalo tu ji Dihokê Were bergiriya min lo Li vir şev û rokê Kurdo tu ji Gever e Merdo tu ji Gever e Sengera min bigire lo Dijmin marê zer e Kurdo tu ji Îlamê Pismamo tu ji Îlamê Tifinga min rake Tu bi keziyê vê dotmamê Kurdo tu ji Hewlêr e Mêrxaso tu ji Hewlêr e Gurboz hatin cerdê Rê bigire jor û jêr e Em yek bin pê re pê re *Muzîk: Mehmûd Berazî *Gotin: Şêro Hindê *Deng: Hacî Mûsa, Şervan Badînî, Kawa Xalid, Serxwebûn Zeyno, Yûsif Osman, Îvan Mihemed, Hozan Wezîr

Bêjebêje © 2015-2024