the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hunergeha Welat

Nazê Nêrgiza Hewşê

Gur bû gur bû.. Agirê dilê min gur bû Wek roka havînê zer bû Zerkî ji perengên daran Jê tê bêhna hinaran Hinarê ji deşta xwarê Gur bû gur bû .. Wek roka havînê zer bû Ba bû ba bû Bayê payizê rabû Ibrû şevê esmer bû Kezî sorkî qemer bû Sorkî ji hina hindê Ez kuştim poz bilindê Rûyê rindê wek findê Ba bû ba bû .. Ibrû şevê esmer bû Sir bû sir bû.. Berf û seqem û sir bû Kinê daneket tarê Dilkê min hate xwarê Ji kerba keça bajaran Bajar bû wek qaqosê Mame li benda buharê Sir bû sir bû.. Berf û seqem û sir bû Geş bû geş bû Buhara li geliyan geş bû Seyrana yara xweş bû Nazê nêrgiza hewşê Çav berda bû pismaman Pismam fîtê mêra ye Xewna min bû qosaqarê Gur bû gur bû Agirê dilê min gur bû Wek roka havînê zer bû *Muzîk: Mehmûd Berazî *Gotin: Şêro Hindê *Stranbêj: Şervan Badînî *Deng: Mihemed Kınco, Rewan Temo, Hozan Wezîr, Evîn Elî, Yûsif Osman, Îvan Mihemed, Rozelîn Îbrahîm, Mihemed Şemdîn, Rewşen Îbrahîm, Barîn Reşo, Serxwebûn Zeyno, Kawa Xalid, Xeysa Hesen, Şevzan Mehmûd

Bêjebêje © 2015-2024