the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hunergeha Welat

Şêladizê

Kurê jaro kurê jaro Şêladizê li quntaro Kurê jaro kurê jaro Şêladizê li quntaro Çemê Kelya û çemê Şîn e Celal bûne yek rûbaro Çemê Kelya û Avaşîn e Celal bûne yek rûbaro Hêy hêy hêy hêy hêy hêy Hêy hêy hêy hêy hêy hêy Tew tew tew tew Dêrelûkê ta Sîrîyê Rahêlane bivr û daro Kihêla şîn di pêş de ye Hisên lê bûye siwaro Canîka şîn di pêş de ye Xungê lê bûye siwaro --- Raperîna dûkel aro Da ser nevyê gurgê haro Raperîna dûkel aro Da ser nevyê gurgê haro Mêtingeh binde hat xwaro Çeqel hate bi hewaro Çeqel hate bi hewaro Xincera pişt û damaro Hêy hêy hêy hêy hêy hêy Hêy hêy hêy hêy hêy hêy Tew tew tew tew Dihokê ta Amêdîyê Rahêlane bivr û daro Kihêla şîn di pêş de ye Hisên lê bûye siwaro Canîka şîn di pêş de ye Keko lê bûye siwaro --- Li deşta Zê xum e xum e Bihara gel dewr û dem e Li deşta Zê xum e xum e Bihara gel dewr û dem e Xeml û rewşa lewendîya Dîlan kêşane serdem e Xeml û rewşa lewendîya Dîlan kêşane serdem e Hêy hêy hêy hêy hêy hêy Hêy hêy hêy hêy hêy hêy Tew tew tew tew Dêrelûkê ta Sîrîyê Rahêlane bivr û daro Kihêla şîn di pêş de ye Hisên lê bûye siwaro Canîka şîn di pêş de ye Xungê lê bûye siwaro --- Welatê Zê û Zêbaro Govenda fireh li daro Welatê Zê û Zêbaro Govenda fireh li daro Zihê sora şîrkêş yek in Serfiraz e li çar kenaro Zihê sora şîrkêş yek in Serfiraz e li çar kenaro Hêy hêy hêy hêy hêy hêy Hêy hêy hêy hêy hêy hêy Tew tew tew tew Zaxo ta Silêmanîyê Xweş rahêlin bivr û daro Kihêla şîn di pêş de ye Hisên lê bûye siwaro Canîka şîn di pêş de ye Başûr lê ye siwaro *Gotin: Baran Dilbuhar û Delîl Mîrsaz *Awaz: Baran Dilbuhar

Bêjebêje © 2015-2024