the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hunergeha Welat

Strana Leyla Guven

Leyla leyla cane leyla Dengê berxwedanê leyla Rê û armancên te hêjane Çar hêlên dinyê pê şane Serê me bilind hildane Serê me bilind hildane Leyla leyla canê leyla Tîna dilê te pîroze Ji dozêra hest û soze Li hember dijminê însan Bablîs û ba û bahoze Girnijîna te delalê Hejand erşê zilim karan Rist û peyvên te li her male Vejandî kîna salan Mirovahiya bendkirî wê Azad bibe ji nav çar dîwaran Mirovahiya bendkirî wê Azad be leyla lelya Bûka jiyana nû leylaê Gotin û Muzîk: Delîl ê Mîrsaz Stran: Eyşê Serdar

Bêjebêje © 2015-2024