the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hunermendên Nçm

Agirê Newrozê

Bihar ket Kurdistanê, hêlîna teyrê baz î Li erdê şêr û piling, her dem bi gav û bez î Li ser sînga Zagrosan, tu zinar lat û raz î Li dor agirê Newrozê, tu stran tu awaz î Hay hil ke û hil ke û hil ke agrê newrozê hil ke De gur ke û gur ke û gur ke agir pîroz gur ke Bihar ket xwezayê, tu baz î tu şahîn î Li çar kenarê welat, nobedar parêzvan î Tu şêrejina çeleng, cotê keziya dihejînî Li dor agirê Newrozê, strana xwe dixwînî Hay hil ke û hil ke û hil ke agrê newrozê hil ke De gur ke û gur ke û gur ke agir pîroz gur ke

Bêjebêje © 2015-2024