the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Bengîbûna Nazê Ya Li Huso

Dewran e dewran e demê dewran e Nazê digo Heso pismamo Sibe ye wez ê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketim Dilê min bi deman e Xwazgînçiyê min rebenê hatine Ji êvara Xwedê de Di mala bavê min de Li hev civiyane Lo lo min bi heyrano Bi gotinê gotinbêja Dibêjin şîranîka min xwarine Dê bi rebeno nîvê qelenê xwe dane Na na wele wezê vê sibê hatime Xatir ji pismamê dilê xwe bixwazim Ez qe nizanim Hal û dem û birînê te çawa ne siwaro Dewran e dewran e demê dewran e Huso digo lê lê lê Nazê malxerabê Na na wele ji bextê min û te re Dîsa bi ser me de Li esmana agir dibare Le dilê min evdalê Xwedê Ji hêlîna hêlîna teyrê nar e Bila hêlîna xwe çê nekirana Li Geliyê Zîla Li serê Çemê Hesen Evdalê Dê bi rebenê li reşik û tarî Na na wele tu ê Ji oxur û feleka xwe nemîne Here ji xwe re Bi meqsed û muradê dilê xwe şa bibe Ew ê rebê alemê Aniye serê pismamê te Neanî serê wî Eyûbê kurmaxwarî Nazê heyla Nazê Nazê Te çavreşê bejinbilindê Gerdengazê bermuradê Wele tu yê gava Xatir ji min dixwazî Hinekî giyayê buharê Di binê min raxîne Wele Huso brîndar e Halê wî tunîne Bila qasekî serê xwe dêne Hay lê ji xwe re razê Derê dewran e dewran e Dewran e dewran e demê dewran e Nazê digo Huso pismamo sibe ye Wez ê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketim Dîsa wa li hersek e Di seriya min û te re deşt û zozan e Malxerabo di biniya me de Hêlîna teyrê basbelek e Bi sonda qesemê xwazgîniyê min ê Di mala bavê min de Ji êvara Xwedê de rûniştine Dibên şîranîka xwe xwarine Maye dawa çek e Hêviya min heye Ji rebê alemê mîrê mîra Di pey pismamê min de Tu carî qedera min ê Li eniya lawê bava neke Lo lo malxerabo wele Tu yê were vê sibê Qase kî serê xwene Li ser çoka dotmama xwe dêne Ew derdê ku Di canê pismamê min de ye Belkî rebê alemê Bigre canê min giş suwaro Dewran e dewran e demê dewran e Sibe ye wezê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketim Tê re ne zinar e bilind çiya Bejna Nazê zirav e takê rihana Li serê heft newala dozde riya Şevekê ji şevê payizê Heta nimêja serê sibê Nazê bi stûxwarî Li ber serî rûniştiye Serê wî ji ser çoka xwe danî Hêdî hêdî yawaş yawaş Bi ser de digiriya Bi emrê rebê alemê qasidê qolfelekê Li ser singê wan peya dibû Girtî ruhê wan her duya Na na wele Bi gotinê gotinbêja divên mekanê Huso û Nazê Li nava Çemê Hesen Evdalê Bûye ziyareta tawiyan û bawiyan Hey lê Nazê Nazê Te çavreşê bejinbilindê gerdengazê bermuradê Lê lê malxerabê gava tu yê xatir ji min dixwazî Hinekî gihayê buharê Di binê min de raxîne Wele Huso brîndar e Halê wî tune Bila qasekî ji xwe re razê

Bêjebêje © 2015-2024