the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Ereba Min

Ereba de lê lê lê Karîxezala dilê min malxerabê Deşt û zozan nemane Ez li karîxezala xwe temam lê geriyam Dîsa kor poşman hêdî hedî yawaş yawaş Berê da sûra diyarbekira şewitî Min ê digo ciyê şêxan û ewliya Em ê gava ketibûn sûra bedena Diyarbekira Serê Mêrgahmedê çarşiya şewitî Nava elbikçiyê van Elîpariya Min ê digo çiqa cîkî fere ye Serê ewilî qasekî ji xwe re Di nav de digeriyam Min bal û xiyala xweni dida Bejn û temtêla qîzan û bûkan Yadê van zeriya Na na wele min ê Xwe pê da pê da Berdaye pişta Mala Elîşêr e Min bala xwe dayê Govenda qîzan û bûkan Bi sêpiya bi sê qefla digeriya Dilkî qure bû Di nar temamê qîz û bûka de Ji xwe re ketibû sisiya Minê digo ewa mezin Ji min re bikêr nayê Ezê bînim ji bona Şivan û gavanê gundiya A diduya ji min re nabe Ez ê bînim ji bona Kutlik û şanborekê Teresê van Mardînliya A sisiya kinik î orte bû Li çax û benda min Lawikê xelkê re Min anî bû ji bona Henek û laqirdiya Şevekê ji şevê payizê serê kanûna Min ê gava destê xwe Avêtibû gurmitikê piya Min ê dimêt di devê Taximê singan û bera Hinarikê rûya Na na wele Çiqas necar û merengoz Li Diyarbekira şewitî hene Ez ê li temama Li giştika digeriyam Min ê cotekî nalîn û qafqafkê kirî Du bohist û çar tiliya Ew a kinika ortê bû Ji çax û benda min Lawikê xelkê re Şevekê ji şevê payizê serê kanûna Min ê gava destê xwe Avêtibû serê gurmitikê piya Mîna kevanekî ji kevanê destê teresuliya Bi ser de diaşuya Ji hal û demê xwe re dîsa ditewiya Min ê devê birî Taximê singan û bera Dev û lêvê cotilmiya Hinarî rûya Singa vê teresbavê hişk bû Mîna helawa Entabê Bi çakûç û tevşoyê destê Necar û merengoza nedişkiya Mîna hingivê Sêrtê dimsê Pisyanê Wî tiriyê çiyayê Şengalê Bi ser dev û lêvê Min lawikê xelkê de diheliya Ji kerba ramûsanê vê teresbavê Sî û sê dranê min Bi hev de diweşiya Ereba min hay lê lê ax Karîxezala delala dilê min De rabe hay lê lê Ereba min de lê lê lê Malxerabê min ê digo sibe ye Sed carî sibe ye Karîxezala dilê min Min ê digo sibe ye Sed carî sibe ye Stêrkê rûesmana Çima winî qube ye Min dî karîxezala li xîmê Binê beriyê digeriya Li tûmê kelemoka Gele bi gele ye Bi sonda qesemê ew maleka Qîz û bûk lê tune ye Mîna aşekî ji êvar de xerabe ye Bêqiraş e bêdore ye Mîna xanekî ji xana binî toz e Binî bizibil û zibare ye Ew malika qîz û bûk tê de heye Dixwazî bila mala Şivan û gavanê gundiya be Eynelyeqîn e werre ye Tiştekî derew xalif Di vê galegal û gotinê de tune ye Lê mala wî şivanî û wî gavanî Çima qîz û bûk tê de heye Bi şiklê konê bavê Evdilhemîd ava ye Lixêmê binê beriyê biçît e biperde ye Bimisîn e bigumgum e biqawe ye Sedema çavê qîza Tim û daîm şêwr û mişêwrê Hezar hev dengbêjê mîna Ereba min hay lê lê lê Karîxezala dilê min hay lê lê

Bêjebêje © 2015-2024