the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Eskerê Teskerecî

Derê wî lo lo çawişo lo Ez ê bi vira Kavilê Kosê Diketim lo li vê meydanê Heyla dayê dêranê Min dî kaxizê teskereçiyê Ebdulcebar çawişê min Lo girtin danê Teskereçiya bi Evdilcebar çawişî Berê xwe danê Tew lê nava qantir Û bêxwedîka wî lê timarxanê Heyla li min porkurê Teskereçiya Evdilcebar çawişê min Saqo û şalwarê sivîliyê Li bejna xwe dabû wî lê Mîrata qantirê nazî dikir Cotê çifta pê re li eniyê danî Min dî Sultanê Bi sê denga dikir gazî Digo lê lê Nîgarê Xwekê korê nemayê Mala bavê te şewitiyê Wez ê pê hisiyame Bi gotinê gotinbêja Dibêjin cenazê Evdilcebar çawişê te Berê wî dane xestexana Bêxwedîka lê Erzincanê De wî lo lo çawişo lo De wî lo lo zatiyo lo lo Ez ê bi vira Kavila Kosê Ketime lo lo bidarkelêj e Min dî alaya siwariya Derketî munawirê Qirana li ser qirana Li hedefê wî lo lo li vê atêşê Sultanê bi sê dikir gazî Digotî lê Nîgarê Mala bavê te şewitiyê Wez ê pê hisiyame Bi gotinê gotinbêja Divên do vî çaxî Li ber derê xestexana Erzincanê Zalimê dixtor qalpaxê Serê çawişê wî lê te davêje Min ê digo welatê xerîv û xurbetê Wê gavê ne xwing e ne dê ye Ne ne bav e ne bra ye Ne qewm e ne eşîr e Kesekî xwedanê xêra û xêrxwaz tune Li ber serê teskereçiyê Evdilcebar çawişê te rûnê Hawar Xwedê wele Hurik hurik yawaş yawaş Wesyetê xwe wî lo lo bibêje Ez ê vê sibê berê xwe bidim Deşta welayeta Diyarbekira şewitî Min ê bigotana ji bona Reza Xwedê û pêxember e Gava tu ê li serê civata rûdinê Klama teskereçî Evdilcebar çawişê min Tim û daîma wî lo lo tu bibêjî De wî lo lo çawişo lo lo De wî lo lo zatiyo lo lo ( ev kilam bi du awayan hatiye gotinê ji devê dengbêjê me.)

Bêjebêje © 2015-2024