the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Evîna Qîzmetê Ya Ser Lawxalo

Erê lawxalo bejna min zirav e Wa rihana zer e Erê kurxalo bejna min zirav e Wa roka zer e Taximê sing û berê min Keçikê ji te re Mîna textê Sultan Evdilhemîd Bixwendin e bihesab û Wa bizêr û bizeber e Cotê memikê min ji te re Malxerabo mîna kewê li qefesê Bi bask û per e Sî û sê dranê devê Min keçikê spî ne Mîna ne birincê Şêxanê Qerecdaxê Salik û dozde mehê Xwedê Wa li raser e Malxerabo te yê kirî Terka bejna min a zirav Sî û sê şêbiskê belekê çava Ez ê ketim tora kotî heram Jindo nemerdiyê xerab Derdê wî nayê kişandinê Şevê nîvê şevê Li ser taximê Sing û berê min keçikê Ji xwe re dike Herba û ceng û şer e Lawxalo wez qîzmeta te me Lawxalo wez qîzmeta te me Wî kurxalo wez qîzmeta ye me De herê lawxalo sibe ye Wez û lawxalê xwe ne Li erdê binya malê Li ser kaniyê li hev rûniştin Ez û kurxalê xwe Li erdê biniya mala Ser kaniyê li hev rûniştin Hestirên çavê min û lawxalê min Mîna tofana Nuh pêxember Kevirê zinara Qûmê derkê çeman tev dişûştin Malik xerabo ji ber griyê min û te Min dî mriyê mezela Di hundirê qebra xwe de rabûne Kefenê xwe ne bi devê girtine Digotin ha ho medet û rûniştn Malxerabo min û te Gilî û gazinê xwe kirine Lome me ji pa re hiştin Lo kula Şamê Helebê Di mala bavê te bikeve Te ê kirî terka bejna min a zirav Şûsê sê biskê belek çava Ez ê tora kotî heram Jindo nemendiyê mêrê xerab Wele derdê zewaca bêdil nayê kişandinê Royê carek te ez dikuştim Lawxalo wez qîzmeta te me Erê lawxalo wez qîzmeta te me Ez ê ji bejn û bala xwe ve Bêşik û bêşubhe me Tu yê meke xem û mereqa heft sala Here li welatê Xerîv û xurbetê bigere Gava tu vegeriyayî hatî Dîsa wez marîna lawxalê xwe me Lawxalo wez qîzmeta te me (têbinî: dengbêj, di qaseteke xwe ye din de van malikên han jî li vê kilamê zêde dike.) Lo lo lawxalo heyra min go Xatûnîka kurxalê qerîşan e Ez ê vê sibê rabibim Berê xwe bidim kambaxa Welayeta Diyarbekira şewitî Ba nalbenda bazinê Destê xwe derxim Jê ra têkim lo çarhezar e Ez ê xizêma pozê xwe Goharê gohê xwe derxînim Jê ra têkim hûrik hûr bizmar e Ez ê sî û sêbiskê xwe jêkim Jê ra têkim ser kelê Wêris Begê Lo dor hevsar e Wê rojê êdan û şahiyan Wê bê lawxalê min Lingê xwe têke rikêbê Destê xwe bavê dizgînê Berê xwe bide xêrîviyê Binê beriyê welatê xerîv xurbetê Nava heval û hogira da Bera xelk nebêje qebraxo Dost û yara wî tu nîne Çi siwarekî bêçîk û lo bêpergal e Lawxalo wez qîzmeta te me Lawxalo wez qîzmeta te me Wî kurxalo wez qîzmeta te me

Bêjebêje © 2015-2024