the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Fersende Begê

Axawo li min li min li min Xwedayê mim pê dizane Ji berê ve em mehkûm û firarê Destê Roma teres in Xalisê dinê xwe ne Canfedayê mala şêx in Axawo li min ax li min li min Lo lo mîro şerekî li me çê dibû Li hewşa serayê Qalekî giran li me daketiye Mij û dumana şewitî Dîsa li hember e (Di vê derê de neliheviyek heye. Di bandê wî yê dawî de ev awa jî heye.:) Axawo li min ax li min li min Heyla lo mîro min go Şereka li me çê dibû li hewşa Sarayê Qalekî giran li me daketiye Li kavilê Murtumana şewitî Vê sibê dîsa li sersa vê kaniyê Lê dayê rebenê min ê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Ta ji êvarî Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv Begê Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustema Dibû hwurmîn û nalîn û zarînê gulê topê Ji êvar de xweş tê Sewta bêxwedîka vê borînê Besnayê bi sê denga dikir gazî Digo de lo lo Fersende Te digo wezê Fersende me Ez berxê Mala Emer im Roja şer biqewime Ez siwarê Eznawir im Na na wele Çar hev papaxreşî Qecera Ji êvarî Xwedê da Devê mîratê wan malikan û gawursustema Kirine kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê Qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv Begê Bi destê zorê Bi devê mîratê gawursustema Ji milê van xweşmêra vekirine Nîşan û rutbê Hamidiyê Heyla mîrê min Hey de hûn ê lê xin Le bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabin kekê mino hûn ê lê xin Hûn ê destê xwe bavêjin Qayişê mîratê gawursustema Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin Mêra bikujin navê revê pêxin Mûma bitefînin şemdana vêxin Xwedayê min pê dizane Ji berê paş de Mezin û piçûkê me Rabûne ranebûne Em ê mahkûm û firarê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne Canfîdayê mala Şêx in Axawo hey li min li min Sed carî li min Heyla lo mîro min digo Şereka li me çê dibû Li hewşa Sarayê Qalekî giran li me daketiye Li kavilê Murtumana şewitî Vê sibê dayê dîsa li hember e Na na wele min ê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Ta ji êvarî Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê Qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv Begê Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustema Ji êvar de mij û duman e vê sibê Qelebalix e dîsa yeqîn şer e Fersende bi sê denga dikir gazî Digo de lê lê Besnayê Te digo wez ê Besna me Ez qîza Eliyê Ecem im Roja şer biqewime Qîza heft bavê çê me Dergûşa ser destê te zarûkê kurîn e Tu baz de şer giran e Tu yê vê sibê bigre Derkeve ji navê here Besnayê bi sê denga dikir gazî Digo de lo lo Fersende Wele wez ê Besna me Ez qîza Eliyê Ecem im Roja şer biqewime Qîza heft bavê çê me Dergûşa ser destê min zarûkê kurîn e Îro dikim bi qurbana Nav û namûsê Mala Emer e Ez ê çi bikim Bavê Kazim Keremê Qolaxa Sond xwariye bi sondê temam Sondê telaqê jinberadanê Heta serê şahê Îranê jê neke Ji vî şerê hanê Nayê tu cara venagere Hey de hûnê lê xin Bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabin kekê mino hûn ê lê xin Hûn ê destê xwe bavêjin Qayişê mîratê gawursustema Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin Mêra bikujin navê revê pêxin Mûma bitefînin şemdana pêxin Xweadyê pê dizane Ji berê û pêş da Piçûk û mezinê me Rabûne ranebûne Em ê mahkûm û firarê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne Canfîdayê mala şêx in De na na wele wez ê dîsa Weyla axawo şerekî li me çê dibû Li girikê jêrîn û jorîn Wele li ser somerê Hafa her du ava Li xopana Qizilçubûxê me bidarebî ne Min dî qiflekî suwarê mala Xelîl Wele vê sibê suwar ketine hatê Ji xwe re ge dixarîne ge dilezînin Bila kula Xwedê bi sê kula Tekeve derê Reşîdê lawê Serhed Derbekî bila li bejna bavê Silhedîn dabû Wele ji êvar de Bi du guleyen birîndar e Halê wî tu nîne Min bala xwe dayê Li erefa meydanê sekiniye Yadoyê min Dimilî suwarê Nîgarê Kilê çavê Telîyê Tevî şahê xortan Teyrê ecelê Sadûn e Lawo çavhêşîn e

Bêjebêje © 2015-2024