the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Fersende Begê Ku Li Îranê Qewimiye

Axawo li min li min li min li min Heyla lo mîro şereka li me çê dibû li hewşa Serayê Qalekî giran li me daketiye li kavilê Emir Tumana şewitî Vê sibê dîsa li semta vê kaniyê De na na wele min ê vê sibê bal û dêhna xwe berdayê Min dî ji êvara Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê qolaxa tevî Xalisê Ûsuv Begê Wele xweş tê dengê mîratê topan û mîtrelosa Cebilxanan û gawursustema Hermaniya Dibû gurmîn nalîn û zarîna vê boriyê De hûn ê lê xin de bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabe kekê mino hûn ê lê xin Hûn ê destê xwe bavêjin qayişê mîratê gawursustema Qondaxê modalîka çar tiliya li erdê xin Wele hûn ê şemdana bitefînin mûma vêxin De na na wele Xwedayê min pê zane Ji berê û berê da mehkûm firarê destê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne canfîdayê mala şêx in Axawo li min li min li min li min Lo lo lo mîro şereka li me çê dibû li hewşa Serayê Qelekî giran li me daketiye li kavilê Emirtumana şewitî dîsa li hember e De na na wele wez ê vê sibê bal û dêhna xwe didimê Min dî ji wêvara Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Wehmed Keremê Qolaxa tevî Xalisê Ûsuv Begê Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustema hermanliya Vê sibê min yeqîn e şer e De na na wele min dî Besnayê Wê gavê li erefa nîvê meydanê Bi sê denga li Fersende dikir gazî digo Lo lo Fersende te malikxerabo Ocaxê te korbûyo wele wezê Besra me qîza Eliyê Ecem qîza heft bavê çê me Wez ê dergûşa ser destê xwe bikim qurbana nav û namûsê Mala Emer e Ez ê çi bikim Bavê Kazo sond xweriye bi sondê temam Hetanî serê şahê Îranê papaxreşê qeceran jê nekim Tu carî venagerim mîrê min de yo yo (TÊBINÎ: Ev kilam bi du awayan ji devê dengbêj hatiye girtinê.)

Bêjebêje © 2015-2024