the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Hebîbayê

Eman eman eman Eman de hoy weman e Min dî keçikê bang dikir digo Lawiko bila mala te xera be Lê wele tu navê min nizanî Navê min keçikê Hebo ye De hoy hoy lo Hebîba ye Min ê li vê dunyayê Ne siûd e ne şans e Ne qeder e ne muqteda ye Lê taximê sing û berê min keçikê Ji te re mîna hunguvê zeya Dimsa Sêrtê hinarê Dêrikê Porteqalê Yafayê Sêvê Meletiyê şêrîn e Wele salik û dozde mehê Xwedê Tehma mîratê wî Gezo ye tim tê de ye Malxerabo eger tu Ji mêra mêrekî baş î Werî bi destê min Karîxezalê bigre birevîne Em ê berê xwe bidine Zozanê me yê jorî Welatê Serhedê qatimîka Wî şêxî lo cem Riza ye Ez ê qe nizanim Siûda min û talih tune Ez ê ketime tora heram Şindo nemendî mêrê xerav Derdê wî nayê kişandinê Na na wele mîna Roviyê beyara bûmê palaxa Kozikê besta eyşatê rêxê golgeniya Ji êvarê heta şeveqan Serê sibê belxemê davêje Ji hal demê xwe re dinale Li ser taximê Sing û berê min keçikê Kûrekûrê wî ye Fenanî kundê de hû hû Li ser qoça ye Eman eman eman eman De hoy hoy eman eman Keçikê bang dikir digo Lê lê dayikê Bila mala te xera be Şevê payizê reş û dirêj derbas nabe Na na wele sibe ye Min dî Şemê dişêwirî Min bala xwe dayê min dî Find û fenerê gundiyan Û maliya tev temirî Agirê mala bavê min tefiya Çira mala bavê min dişixulî Na na wele ji êvarê Heta şefeqa serê sibê Di nava ciyê xwe de xew nekirî Ji şeveqa tarî de Min bala xwe dayê Mîna carê caran Delalîkê dilê min Ji orta mehelê hato Saqoyê wî di nava milê wî de bû Li bayê bezê di êşîka Derê mala bavê min ra dibuhurî Rebiyo qurba bê lome be Min ê heta kambaxa pencerê vedikir Zûka derbas dibû Bi qandî gêrîkî Çerxiya paniya qondera rastê Pêmalo ji min ve xuya kirî Mêrdewana mala bavê min Sî û pênc derece bû Wê gavê pêxwas û serqot Min ê xwe berda xwarê Na na wele ew şûna ku Delalîkê dilê min pê lê kiribû Erda havînê min ê Hema devê xwe kirî Ji hal û demê xwe re maçî kirî Gelekê mîna cemaeta hazir godara Wê gavê derdiketin derve Ji min re digotin Hebo Bila mala bavê te xera be Vê sibê çi bûye çi ciriyaye Tu yê li orta meydanê Xwe ji dîn û îman kirî Min ê digo gundîno malîno Xwedê hebîna Hûn ê loman û gazina Ji min nekin Derdê dilê min Pur î zorî çetîn e Ji mintirê ez vê gavê Li ser Girê Erefê Wextê nimêjê hatî Min nimêja xwe kirî Meka mukerem Medîna munawer Li qarşî çavê min e Li pêşiya temamê hecaca Ez ê ji xwe re Çûme kevirê hecerul eswed Min ê destê rastê avêtê Rebiyo qurbano Ji hal û demê xwe re tewaf kirî

Bêjebêje © 2015-2024