the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Keçika Bengî Ya Ser Delalîkê Ber Dilê Wê

Erê hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê.. Min ê go bejna Karîxezala dilê min zirav e Takî rihana li binê çiyakê Bêxwedîka vê Musûlê Sebra min de hê lê lê Min dî Gulê vê sibê Bi sê dengan dikir gazî Digo lo lo lawiko mehrûmo Min ê vê sibê Cilê delalîkê dilê xwe Hildaye daye li hev pêça ye Erê hey lê dayê Min ê berê xwe daye Ser ava çemê Diyarbekir Wez ê gava diçûm Ser ava Feratê Diyarbekir Wele min ê bala xwe dayê Şopa qatirciyê Sêrtiya bû Guherê miya bû Mexelê boşî deva bû Wî devê min digo Dilê min ê Ji devê min re qerar nedida Min ê cilê delalîkê dilê xwe Neşûştî li avê nedida Heywax li min porkurê hay lê lê Na na wele min ê vê sibê Car dinê cilê delalîkê dilê dilê xwe Tev dabû tev pêçabû Min ê berê xwe da Ser ava çemê Cizîra Bota bû Min ê bala xwe dayê Di ser me re selexane Li serê av û arava spiya bû Hûr û pizûrê miya bû Devê min digo Dilê min ji devê min re qerar neda Min ê cilê delalîkê dilê xwe Neşûşt li avê neda Hey wax li min porkurê hê lê lê Erê hey lê dayê Li min porkurê Min bala xwe dayê Ji min wê de çem nemaye Bi ser min re dax û gelî û çiya ye Min ê berê xwe dida wî çiyayî Belekê berfê lê xuya ye Wez ê gava diçûm Belekê berfê wî çiyayî Min bala xwe didayê Bi sê ciya ji serê çem û kanî Ava zelal jê kişiyayî Li wî çiyayî li belekê berfê tetişê ava Li çol û yabana Xwedê Min ê kuçikê xwe çê kir Sê hev kevirê xwe danî Sîtila xwe li ser danî Teşta xwe li ber danî Serê buhara ewil bû Paşiya payizê dewamiya neh meha Li çol û çepera Pêjna delalîka dilê min Li min dayî Wele li wî çiyayî Takî êzing qe nemayî Sabûna min keçikê Barê heft deva bû Qediyayî kirtikkî jê nemayî Teşta min qul bûyî Sîtila min şikiyayî Tilî û pêçiyê min î zeriyê karîxezalê Di ber av û arava Delalîkê dilê min de giş mihiyayî Erê hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê lê Erê bejna karîxezala dilê min zirav e Takî rihana li serê çiyakê Bêxwedîka vê Musûlê Sebra min de hê lê lê

Bêjebêje © 2015-2024