the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Kilama Ser Dilan

Lo lo lawiko min go bejna zirav e ji dara sêvê Were li min ji dara sêvê Lê dayê li min ê min bala xwe dayê kubarê binê malê Ji orta mehelê derket û saqoyê wî yê li nava milê wî da bû Simbêla palekirî pêl bi pêl bûye xwe berdaye lo ser yan e Bira rebê alemê biqedanda muradê muradxwaza Der û cîrana heval û hogira ê min û qama kinik bejna zirav Ji pazdê meha Gulanê bi şûnda şeş meha yek carekî Heyla lê dayê rebenê wexta çêlek danê sibê pez hatiye Ax tevî berîvana ser delavê Ax lê eman gidî hey lê xayino Xemê Lê lê Dîlber heyra min ê digo sibe ye Min dî vê sibê ref hatine ax lê lê bi giranî Gidî li min lê bi giranî Lê dayê rebenê min bala xwe dayê Min dî vê sibê xwe berdane Çemê Cizîra Bota li zozanê bavê gewra min danî Heyla lê dayê rebenê sibe ye min bala xwe dayê Min dî kubara min î malê rabûye ji Birca Belek Min dî xwe leqand û heyla lê dayê rebenê cotê satil li erdê li xwe hiltanî Li erdê binîka mala bi dizîka li min disekinî Min dî çembilê xwe leqand û çav û biriyê reş û belek ji mi re ax lê bir û hanî Digo lo lo lawiko bira kula Şamê Helebê di mala qebraxê bavê te keve Kanî soz û bextê min û te sala par vî çaxî Bona xatirê dilê rezîl ax lo me berdanî Hema te yê kirî terka bejna min a zirav kilê li çava xopana gundê me ra Ez ê ji kotî heramî jindokî mêrê xirav ax lo dilo rezîl bûm kevanî Ax weman eman gidî weman Lo lo lawiko min go sibe ye min dî roka gundê me hilat û ax lê lê silavê Min bala xwe dayê gundiyan û maliyan sîtil û teştê xwe hilanîne Berê xwe dane mehela jêrîn Kaniya Jina kirasşoyê cilşûştinê ax lo li baravê Xelkê cilê delalîkê dilê xwe dişo bi sabûnê bi gulavê Wezê cilê bêmalê dilê xwe bişom bi bêhna misk û emberê Çîçekê buharê bêxwedîka ax lê lê xunavê Eger ji gamêşê kar û xezalê gundê me neba Min ê sî şêbiskê xwe ji te re şe bikira berda nava cotê memika heta navê Eger xelkê bigotana Dîlberê malikxerabê çi bû çi ciriya Min ê bigota gundîno malîno Xwedê hebîna hûn ê loman û gazinan ji min nekin derdê dila gelekî zor e Ji bona xatirê wê xeberê wê gazinê xwe lê wê sinayê Xweda min ê bi rehma xwe ne mîna carê cara Ez ê qasekî li kêleka qama kinik bejna zirav rûniştama Ji êvarê heta kasima şeveqê sitêrka sibê ax lo li me bavê Ax weman eman gidî weman Lê lê Dîlber heyra min ê digo payiz e min dî ewran li esmana serê xwe deranî Lê dayê rebenê min bala xwe dayê serê çiyayê û deşt û zozan Dar û devî spî bûne ji xwe re ji berfê kemer danî Ez ê bi qurbana bejna te ya zirav dev û lêvê çav û birûyê reş û belek bibim Çi hewce ye ku îro kila Subhanî jê ra bûye ax lê lê bargiranî Ax weman eman hey lê lê wez fermanlî me lê ez qaşkolî me Xelkê heyr û muheyirê mal û milkê dunyayê dunyalikê Wez ê bi qurbana bejna zirav dev û lêvê çav û birûyê reş û belek bibim Fîstanê qedîfe qîza malxeraba wê dozbenda ax dormalî me

Bêjebêje © 2015-2024