the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Mala Mamê Xelikî û Şêxdodiyan

Derê ha wey la ha weyla hayê Wî lê Şerê hayê digo Hêlî Xanê Dilê min evdala Xwedê ji dilê vê kevokê Bira li me nebariya zîpiyê baranê Tavî ji taviyê vê teyrokê Le bira xwe neda Çola Soran û Kora Biketa Gundêcano derê Şemrexê Seriya Dêrikê û Dêrûnê Le milê pira Malabadê gohê pira Bazmanê Şewlê Muqûrê li çola Silê Gewherê Ji şeveqa serê sibê da Li devê derê konê mêvana Ji xema dilê min evdala Xwedê ra avêtî çokê Kula dilê min siwaro Hê nalîna dilê min ketayê Par nexweş bû îsal birîndaro Ji porkura dayika min dixwasto Navîna ji kanîka sing û bera Belekê binê berfê ji zozana ramûsano Le bira kula Xwedê bi sê kula be Têkeve berê Mala Mamê Xelikî Tivinga destê wî xwe bera dabû Bi sê çar tilî ji carî emano Lê wez ê çi bikim vê sibê li orta meydanê Dil û gurçikê bavê min û van siwara hanî xwaro Hahî hê hê hê hey li min siwaro Derê ha weyla de weyla ha de weyla hayê Wî de Şera hayê digo Hêlî Xanê rebenê Dilê min evdala Xwedê dilekî dîn e Mi dî vê sibê ba tê baran pê ra dilîlîne Le mi bala xwe dayê Li Kema Gundêcano Girê Şemrexê birekî siwar kesekî peya li dora hev rûniştî ne Mi bala xwe dayê Siwarekî qapûtê wî sor e di nava siwara de ketî ne Çiqas kol û milê xulam û xizmetkara şikestî ne Kesekî kêm nake vê sibê li orta meydanê Teketekê qerebîna nateqîne Kesekî kêm nake nabedilîne Jê ra digo Hêlî Xanê rebenê Tu yê vê sibê rabî bilezîne Lê darê durebînê ji min re bîne Ez binêrim ka ev siwarê hanê kî û kî ne Ê lê Şera digo hê hê Hêlî Xanê rebenê Agir bi konê bavê min û te de danîne Wele siwarê ketiye çetoyê axîn e Lê Dilşokê ---Mistik ketiye ber çardara bavê Mistê dikşîne Hêstirê çava li ber serê çardara bavê Mistê dirijîne Lê minê digo bira ne Ferha be ne Fatma be Bira ne Çeto be lê lê lê dayê ne Darda be Lê hatanî Dûvê Şêxbira Bavê Mistê digo ez ji tewlê re li ba me Hetanî çardara bavê Mistê Li mezelê Şêx Xelîlê Pîlekan ji me re xuya be Wele hetanî kurê kura rabe Bi her sê şêxê zikê quva Zîla be Bi Şêx Xelîlê Pîleka be Bi dayika Sosina be De na na wele mala temam têkeve nava mêrikê Şêxdodî Piştî kuştina Çetano Bi sonda qesemê tu carî sulha meriv û mêrikê Şêxdodî çê nabe Kula dilê min siwaro Hey nalîna dilê min Çetano Par nexweş bû îsal birîndaro Ji porkura dayika xwe dixwest agir Ava Kanîka Simo ava belekê berfê ji zozano ramûsano Le bira kula Xwdê bi sê kula be Têkeve berê Mamê Xelikî Tivinga destê wî dagirtî çar terefî ji carde mano De wez ê vê sibê çi bikim li orta meydanê Dil û gurçikê bavê Mistê van siwara hanî xwaro De hê hê hey li min siwaro

Bêjebêje © 2015-2024