the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Mala Ûsivê Seydo Ku Li Bismilê Şer Dikin

By: Ciwan

Gidî heyla axawo weyla waxawo heyla waxawo Weyla dayê bêkesiya şikeftê Kanikê Geliyê Hesika Deşta Baştagê Qizilbaşê dora Bismilê bekçiyê wa ciyê Seletê vê Sînanê Weyla kula Silêmanê Evdilqadir Tuba spiyê Silîva Emerê Mihê Xiya Di dil de mawo Gidî heyla waxawo Wele min go dilê min evdala Xwedê Ji dilê metê maqulo gorî Dilê min evdala Xwedê ji dilê metê Min dî sêzde peya çarde peya derketine ji axa û axalera Wele Ji şêxan û ji beglera ji Dirbesiyê Li min porkurê vê sibê ji tacdalika binê xetê Wele van xweşmêra xwe girê dane Bi çek û sîleh û edalê binê xetê Heyla li min porkurê vê sibê ji xwe re Derbazbûne Turkiyayê serê xetê Derê heyla lê dayê Bira kula Xwedê bi sê kula be Wî lo têkeve berê mala yuzbaşiyê yedincî qolordiya Diyarbekir Wele bi eskerekî giran xwe berdane Girê Heso û Şûjino li Gola Emo gamêşa Li Fetê Şewlîkê li çola Çetelê li deşta Mereda Li Newala Zilikê li kêleka Elodîna Li navbêna her du ava Hawara Xwedê ji êvara Xwedê da derketine taqîbatê Derê heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawo Maqulo gorî dilê min evdala Xwedê dilekî dîn e Heyla lê dayê rebenê dilê min evdalê Xwedê dîsa dilekî dîn e Bira rebê alemê mala Silêmanê Evdilqadir Vê sibê dîsa li mîrata bigerîne Hema berê xwe dida qeza Bismila şewitî vê sibê ji xwe re Hêdî hêdî yawaş yawaş dîsa lawo dilezîne Heyla lê dayê dîsa bi ewr axikî li tanga Mehkûm û xweşmêrê binê xetê dişidîne Wele li temamê dar û qereqolê Bismila malikwêran digerîne Bi şeveqa serê sibê ra li ba yuzbaşiyê cendirma li min porkurê Mor û îmza lê dixîne Ê lê Silêmanê Evdilqadir digo de lo lo yuzbaşiyo Wele tu yê pirs û sewala van mehkûm û xweşmêrê binê xetê ji min dikî Bi sonda qesemê tu yê du hev mufreza bişînî Pey Ûsuvê Rihîmê Eliyê Şarê bînî Hawara Xwedê li min porkurê Wê salixdanê van xweşmêra îro ji te re bêjin kî û kî ne De na na wele gava Silêmanê Evdilqadir wer dibêje Le yuzbaşiyo lez dike dilezîne Demir û du dara rasto çepo dişidîne Du hev mufreza dişîne pey Ûsuvê Rihîmê Eliyê Şarê tîne Heyla lê dayê berê van xweşmêra da qawişê cendirma Tewlê hespa nezareta di jêrîn e Na na wele lingê van xweşmêra dikir qayişê tivinga Li min porkurê mîrata qerebaşê bi ser wan de dileqîne Wele Ûsuvê Rihîmê bi sê denga dikir qarîn digo Lo lo yuzbaşiyo malikxerabo tu yê Pirs û sewala van mahkûm û xweşmêrê binê xetê ji min dikî Lo bi sonda qesemê serekê wan Cemîlê Seyda ye Wê bi pey re torinê mala Ûsuvê Seydo Silhedîn e Lo yê sisiya torinê Şêx Boka Şêx Mîsbeh lawê Şêx Nûredîn e De na na wele tu yê pirs û sewala ciyê rûniştina van mahkûman ji min dikî Wele ji êvara Xwedê da wa ne rûniştî ne Li Girê Heso Şûjino li Gola Emo Gamêşa li Fetlê Şewlîkê Li çola Çetelê li deşta Meredarê li newala Dirikê li kaniya Kolanê li kêleka Elodîn Li navbêna her du ava ji êvar de ji xwe re di nav zilikan de rûniştî ne De na na wele şan û şûtê van xweşmêra li dunyayê gelek hene De roja şer û yoxilmê giran Gava destê xwe davêjin qevdê mîratê modalîka qasatora fîdaliya martiliya Ji erdê hiltînin Le tim û daîma alahiya eskerê hukûmatê dişkînin Hawara Xwedê komê hevala ji nava şer dertînin Derê heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawo Heyla lê dayê min go dilê min rebena Xwedê dil didayê Maqûlo darê dilê min evdala Xwedê dîsa vê sibê dil didayê Le bira rebê alemê bişewitîne mala bekçiyê wa ciyê Seletê wê Sînanê Le şeveqa serê sibê ra berê xwe dane qeza Bismila şewitî Li min porkurê nêzîkî qolordiya Diyarbekir telefona elam danê Wele giran e eskerê dewletê Derketibû yedincî qolordiya Diyarbekira şewitî malxerabo Lo lo lawo dîsa bi cebilxane Wele dibê berê vî eskerî dane li Girê Heso Şûjino Li Gola Emo Gamêşo li Fetê Şewlîkê li Çola Çetelê Li deşta Meredanê li Newala Dirikê li kêleka Elodîno Navbêna her du ava dor li van xweşmêra girtine Temamê esker ji xwe re mewziyê xwe kolane De na na wele bi emrê Tabûr qumandanî bînbaşî Divê temamê esker gava dor li van xweşmêran girtin Ji xwe re çaralî bi kibrîtan û çaqmaqan germe didanê Le meha temûz û tebaxê orta meha havînê Tu were min û diyarê gola vê xwîdanê Le roja mêraniyê li meydanê qewimiye şerê van xweşmêra Ji derba derbedumanê nabîne derba vê nîşanê Le heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawo Weyla dayê bêkesiya şikeftê Korikê Geliyê Hesika Deşta Baştagê Qizilbaşê dora Bismilê bekçiyê aliyê wî Seletê Sînanê Wî la kula Silêmanê Evdilqadir Tûma Siphiyê Silîva Emerê Mihê Xiya Di dil de mawo

0

Bêjebêje © 2015-2025