the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Mêrsaxiya Mala Ûsivê Seydo

Ê Lê bavê bavê mino sahera sibê ye Wezê bi diyarê tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê kêşa Newala Seyda ketime Sive ye ji kula dilê min û te re Wa me li ger e Na na wele ez vê sibê Bala xwe didimê Min dî Selefê refê siwara Ji jêr de derketine Siwarê pêşî tim û daîma Namluya tivinga xwe dajo ji pê re Bi leqaba Kurmanciyê Ji wî siwarî re Dibêjin berxê Mala Ûsuvî Seydxanê Kwer e Lê şer û şurtê vî xweşmêrî Li dunyayê gelek hene Roja şer û yoxilmê gran Bi sonda qesemê Li orta meydanê mêra dikuje Nahêle kesekî Di kozika xwe de tevbigere Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazî Lo lo lawo Sidîqê lawê Mustefa Begê Em ê mehkum û firar in Barê me qaçax e Ji bona xatirê Xwedê Wele berê me li Frengistanê ye Hema destê min e li dawa te be Destê te li dawa hezretî pêxember be Lo lawo li vî welatê Serhedê Tu yê qetil û qutûlê bi me nekî Tu yê pêşîka firarê me berdî Lo bira paşiya qaçaxê me here Sidîqê lawê Mustefa Begê Li berxê Mala Ûsuvê Seydo Bi sê denga dikir gazî Lo lawo Seydxano wele nabê Bi sî cuzû Quran kim nabê Bi Şêx Badînê Erza Dudûkê Bi Tekmanê Gola Nadûkê Bi Ziyareta Qolî Baba kim nabê Min ê sond xwarî Bi sonda telaqê cotê xanima Wî lo cotê xanima Wele qaçax û firarê Mala Ûsuvê Seydo bêqetl û qutul Bi ser min de Hay lo derbas nabê Gidî wî axawo axawo waxawo Axawo axawo axawo Axawo axawo wey axawo Hêla bavê bavê mino Sahira sibê ye Wez ê bi diyarê tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê Kêşa newala Seyda ketime Sibe ye ji xemanê dilê min û te re Wa biçem û kanî Seydxan bi sê denga dikir gazî digo Lo lo Tewfîqo Silhedîn Elîcan û Fersende Hûn ê beşera çavê bavê min in Ji mêra mêrê çê ne hûn ê Destê xwe bavên qevdê Milê mîratê modoliya Em ê mîna carê caran Bi hevdu re lê xînin bi mêranî Na na wele ji Xwedayê min ve Aza û besîr e Me kir nekir vî xwiyê la mekana Me yê xwe ji destê beg û beglerê Kurmancê vî welatî dernanî Lo lo bra Tewfîqo lo bra Serê vê sibê li orta meydanê Ji kuştina Sidîqê Lawê Mustefa Begê re Hay lo ca tu çawan î Wele divê hê gotin di devê vaya de Van xweşmêra destê xwe avêtin Baxê van mîratê fîşenga Pakêtê xwe deranîn Li devê derê Qesra Hecî Mûsa Begê Siwara dest bi dest Devê mîratê modoliya Bi hev ve danîn Wele qapsûna fîşeka Sidîqê Lawê Mustefa Begê qelp kir Ji canim Xwedê ve Mîratê derba xwe hilnanî Berxê mala Ûsuvê Seydo Li nava meydanê derbekê Li eniya wî dabû Qapaxê serê wî bi carek hilanî Bi sê denga dikir gazî digo Kero helhel ez bavê te Gula Mala Ûsuvê Seydo me Şan û şûtê me Li dunyayê gelek hene Em ê daîma mêra Li orta meydanê dikjin Hay lo ca bi mêranî ( serê vê kilamê bi van malikan dest pê dike di bandê dawiyê de) Gidî wî xawo axawo Axawo axawo wey axawo Êlê berxê bavê mino Egîto xweşmêro yarimşawo Nav û dilê ji hesin e Beden û gurçikê te ji polawo Le mehkûmo firaro eşqiyawo Ketiye serê dax û çiyaywo Le îsal çendik û çend salê te qediyawo Tu ê ketiyê pêşiya Eskerê yedincî qolordiya Diyarbekir Sê alahiyê Mûşê Pênc çetê Bilîsê Firqa vê Tetwanê Berxê bavê mino Çima nereviyawo Axawo de mere berxê bavê mino Giran e şerê Beg û begler û kurmancê Welatê me xayin e Bitaqîb e çima ji me venagere Gidî wî axawo axawo Axawo axawo wey axawo Êlê bavê bavê mino Sahera sibê ye Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê Kêşa newala Seyda ketime Sibe ye ji xemanê dilê min û te re Lo wa ye me li ger e Na na wele sibe ye Min bala xwe dayê Min dî selefê siwara Ji jêr da derketin Serê siwarê pêşî siwarekî serxweş e Tim û daîma navluya tivinga xwe Dajo ji pê re Bi leqeba kurmanciyê Jê re dibêjin Berxê mala Ûsuvê Seydo Seydxanê Kwer e Le şane û şûtê vî xweşmêrî Li dunyayê gelek hene Roja şer û yoxilmê giran Li orta meydanê Tim û daîm dikeve Pêşîka çar alayê eskerê Romê Lo bavo mêra dikuje Nahêle kesikî di kozika xwe de tevbigere Min dî Seydxan bi sê dengan dikir gazî Li Sidîqê lawê Mustefa Begê Digo lo lawo malxerabo Em mahkûm û firar in Barê me qaçax e Ji êvar de berê me ye Li xeta Firengistanê ye Hema destê min ê li dawa te be Destê te li dawa Hezretî pêxember be Lo lawo li vî welatê Serhedê Tu ê qetil û qutûlê bi me nekî Wele tu ê pêşîka siwarê Mala Ûsuvê Seydo berde Îro bira pêşiya qaçaxê me here Sidîqê lawê Mustefa Begê Bi sê denga dikir gazî Digo Seydxano wele nabe Bi sî cuzu Quran kim nabe Bi Şêx Badînê Erza Dudukê Bi Tekmanê Gola Nadukê Bi ziyareta Qolî Baba kim nabe Min ê îro sond xwarî Bi telaqê cotê xanima Qaçax û firarê Mala Ûsuvê Seydo Bêqetil û qutûl bi selametî Bi ser min re derbaz nabe Axawo de mere Berxê bavê mino giran e Şerê beg û begler û kurmancê Welatê xayin e bitaqîb e Çima ji me nagere Gidî waxawo axawo Axawo axawo wey axawo Erê bavê bavê mino Sahira sivê ye Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê Kêşa newala Seyda ketime Sive ye ji xemanê dilê min û te re Lawo şer e li birinciya Na na wele sibe ye Min bala xwe dayê Esker giran e derketiye Ji Vartoyê ji Gumgumê Ji Xelatê ji Welcewazê Ji qolordiya Wanê Bi makîna bi cemsa bi cîba Ji êvar da bi ser me de dikişiya Na na wele min bala xwe dayê Li pey me dibû Leqeleqê waxirmakîna Hurmînê gulê topan Nalînê birîndara Ji êvar da di biniya me da Tê şîrqînê mîratê çapiliya Na na wele min dî Seydxan bi sê denga dikir gazî Digo lo lo Tewfîq û Silhedîn Elîcan Hûn ê beşera çavê bavê min in Ji mêra mêrî çê bin Hûn ê destê xwe bavên Qevdê mîratê malmanîka Mînanî carê cara Xwe bigihînin xendeqê Mîna cara şewitî Erkîtebiyayê Na na wele li jorê Ji Xwedayê min ve eza û besîr e Me kir nekir Bi hêvî û lomekaran Me xwe ji destê Beg û begler û kurmancê Welatê bênamûs dernanî Hema bira temîniya min li we be Hûn ê berê tivingê xwe Nedin bejn û bala eskera Eswker gune ne emîqulî ne Kurê xelqê ne Lawo çavê dê û xwing û Nîşanliyê wan li rê ne Hema hûn ê vê sibengê Berê tivingê xwe Bidin bejn û bala Teresê zabita Yuzbaşiya bînbaşiya qumandara Pê da pê da teketekê şirîtliyê Min dî Silhedîn Bi sê dengan dikir gazî Digo lo lo Seydxan bînbaşiyê lawika Bila mala te xerav be Serê siba Xwedê da Ez bala xwe didimê hisa te nayê Borîna te mîna carina nayê Ez ê nizanim vê sibê Li orta meydanê Serê kekê min çi hatiye Lawo dîsa çi ciriyaye Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazî Digo lo lo Silhedîn Tu beşera çavê bavê min î Min ji te re go Tu xwe şaş meke Xwedayê min pê zane Ji êvara Xwedê da du hev elemanî sê hev modalî Ji xwe re li orta meydanê Sekinîne diçiriya Axawo de mere Berxê bavê bavê mino giran e şer e Le beg û begler û kurmancê Welatê xayîn e bitaqîb e Çima ji me nagere Gidî wî axawo axawo wey axawo Erê bavê bavê mino Sahira sibê ye Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê newala Seyda ketime Sibe ye ji xemanê dilê min û te re Dîsa şer e bimêrg û kanî Nana wele sibe ye Min bala xwe dayê Esker giran e derketiye Ji Vartoyê ji Gumgumê Ji Xelatê ji Welcewazê Ji qolordiya Wanê Bi makîna bi censa bi cîba Hatin ser Tayê Taloriyê Sibe ye erd hilanî Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazî Digo lo loTewfîq û Silhedîn Elîcan Hûn ê beşera çavê bavê min in Ji mêra mêrî çê bin Destê xwe bavên Qevdê mîratê vanmalîka Mînanî carê cara Em ê bi hevdu re lê xin Ca bi mêranî Na na wele li jorê Ji Xwedayê min aza û besîr e Me kir nekir Bi hêvî û lomekaran Me xwe ji destê beg û begler û kurmancê We ni bênamûs dernanî Seydxan bi sê dengan dikir gazî Digo lo bira Tewfîqo Di bextê namûsa te da me Hema serê vê sibê Li orta meydanê Ji kuştina Sidîqê Lawê Mustafa Begê re Hay lo ca tu çawan î Divê hê gotin di devê vaya de bû Van xweşmêra destê xwe avêtin Baxê mîratê fîşekan Pakêtên xwe deranîn Li devê derê qesra Hecî Mûsa Begê Siwara dest bidest Devê mîratê modaliya Havo hevo bi singan ve danîn Qapsûna fîşeka Sidîqê lawê Mustefa Begê qelp kir mîratê Ji canip Xwedê da Çima derba xwe hilnanî Tewfîqê birê Seydxan Berxê Mala Ûsuvê Seydo Li erefa nîvê meydanê Derbekî li nîvê eniya wî dabû Qapaxa serê wî bi carek hilanî Heyla lê dayê li ser meyitê wî sekinî Sê cara nav li xwe dida digo Kero helhel ez bavê te Gula Mala Ûsuvê Seydo me Le şane şûtê me Li dunyayê gelek hene Gurê serê çiya ne Li hemberê dorduncî ordiya ne Heyla li vê erda xerîv û nenas Em ê tim û daîm Qebraxê mîna te Li orta meydanê Bikujin ca bi mêranî Axawo de mere Berxê bavê mino giran e şer e Le beg û egler û kurmancê Welatê me xayîn e bitaqîb e Çima ji me nagere

Bêjebêje © 2015-2024