the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Nusredîn û Xatoya Şelmo

Hay lo delal hay lo delal delal Hay lo delal hay lo delal Nusredîno wezê hatime Şewitiya Şelmo li hember e Tu yê şevekê were Têkeve hewşa mala bavê min Qeflekî berx û miya bive here Tu yê têkî çarşiya welayeta Diyarbekir Qeza Batmanê bifroşe Temam têke ser e Tu yê ji xwe re bide bi tivingê Bi demançê bi qotek xencer e Tu yê şevekê werî kêrekê Li ser dilê qebraxê bavê min bixe Ew ê herin gilî bikin Muxtar û ezayê gundê me Temam bêne ser e Ez ê perçekî rûnê helandî Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber e Muxtarê vî zemanî elimandine Ew ê ruşwet û bertîlên xwe bigrin Li oxura xwe here Ez ê bibêjim gelî musulmanan Ez şahidim ji vira Heta roja qiyametê Ji heftsaliya bavê min de Evê kula hanê Li ser dilê vî qebraxê bavê min bû Hema bi emrê Xwedê dîsa Deqeyê wî hat dêranê Ji xwe re daye ser e Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal tu newêrî Nusredîno ez hatime şewitiya Şelmo Bişewite me bitehtik e Wele Xato yeka Bejinzirava devliken e xunxweşik e Min dî Xato cotê cêrê nû hilanî Qesda Kaniya Sako dike Hema li ser kaniyê disekine Cotê cêra li tehtê dixîne û helhel dike Xato dilezîne wê gavê Daw û delingê xwene hil dike Berê xwe ni dida Kaniyahenê Çemê Bazo Çaya Balika Li cem Şêx Sebrî Li qebraxê bavê xwe gilî dike Şêx Sebrî digo qîza min Tu were derdê xwe bibêje Dîsa sibe ye ji xwe re Xwedê xêr bike Erê Şêxê mino Ezê bi ocaxê te kim Derdê dilê min evdala Xwedê pur e ne hindik e Evî kawisê bavê min Rojê min ê Bi heft heva re bazar dike Eger tu înan nakî Yek jê Hemoyê Pero ye Wa ye rûniştî ye li quncik e Hustikê Silê yekî pîs î mûzerik e Qumur Ûsuvê Nûrê Yekî gwurî ye serê wî bikevnik e Ê lê bedra şêxa heye Tewrî jê re dibêjin Sewadiyê wî Belik e Li ser setê li Kaniyahenê Rojê barê wî derew û vira dike Berê xwe nede walîlîxa Sêrtê Li qeza Batmanê gilî dike Bi sonda qesemê Pênc quruş pere Di cêva wî qebraxî qe tuneye Lê çavê wî lê ye Bi fortan û viran û derewan Taximê sing û berê min keçikê Mîna mulkê Kaniyahenê Li ser xwe Mor û mezbet û tapû bike Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lodelal tu newêrî (Di dirêjahiya vê derê de ev malik lê hatine zêdekirinê) Êlê şêxê mino wele dilê minê Di yekî de heye Navê wî Nusredîn e Yadê rebenê wele bi eslê xwe Seyd e qebraxo ditirse Ji xema dilê min re kezebkeçik e Hawara Xwedê wele sebra min heye Ez ê soz û qewlê rebî pê re deynim Lê dayê rebenê wele gava Bê û min ji xwe re birevîne Em ê heta Dara Kurê Rewanê herin Ew ê gaziya şivan û gavanê Eşîrê gundiya li pey me bê Le tirsa min ê ji wê tirsê Wê min di cî da bihêle û bireve Dîsa kor poşman bi ser Mala wî qebraxê bavê min da vegerîne Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal (Têbinî: Di bandê dawî yê dengbêjî de, ev malikên han jî hene:) Derê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal Nusredîno Êlê Nusredînê min ê Bi eslê xwe Seyd e bizdonek e Qebraxo ditirse ku çakêt bê te nîno Ez ê rojê du cara Û sê cara dibêjimê malxerabo Ji xwe re were min birevîno Xwedayê min pê dizane Qebraxê bavê min Merivekî pur derewîno Bi sonda qesemê tu qelenekî Ji Nusredînê min nastîno Ez ê dikim û nakim Qam û qudûm û çoka cinya naşidîno Nayê bi destê min karîxezalê Nagire ji xwe re dîsa narevîno Gidî de hay lo delal hay lo delal De hay lo delal malxerabo

Bêjebêje © 2015-2024