the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Qemerê

Qemerê qemerê qemerê qemerê Şirînê qemerê devlikenê qemerê Çawişa qîzan û bûkan qemerê De rabe dilê min lawikê xelqê dîsa qemerê Ê lê min ê digo bejinziravê rengesmerê Çavbelekê gerdenzerê Wez ê bi qurbana bejin û bala te ya zirav Devê li kenê çav û biriyê belek bim Ji xema dilê min û te re vê sibê Reşikê şarê Hemayê vê sibê de berde ser bêxwedîka vê kemberê Ê de bira rebê alemê ji heqê qebraxê bavê te derê Tu pişta xwe mede darî caxa bêxwedîka wê pencerê Aliyê mala me xewle ye Hela tu yê vê sibê were Em ê ji xwe re qasekî rûnên li heywanê Li siya kadînê li ber malê li navderê Em ê bikin kêf û laqirdiyê dunyayê dunyalikê Hetanî kotî heram jindo nemerdî mêrê te yê xerab derê Ji hewşê da bi ser min û te re were Belkî destê min li ser taximê sing û berê te bibîne Wê gavê bang bike der û cîrana heval û hogira Cemaetekî mîna ceaata hazir bînin Bibêjin gelî musulmana hûn şahid bin Ji îro bi şûn da bi sê telaqê jinberdanê Mîna qîza felankesê berdaye ji min re nabe Belkî darê çeplê bigre bêje Hadê siktir be derkeve ji mala min derê qemerê Hey lê lê hey lê lê hey lê lê qemerê Min digo qemera min destmala destan e Berdilka temamê xortan e Gelek piçû ke hê nezan e Qemera min naşît e bilmez e zarûk e Bi êşa derdê min nizane Wexta qemera min di darê beşîkê da weka geda ye Qîza malxeraba tu yê destê xwe di navbêna destê min bikî Were ez ê te birevînim ....... bavê ser xwidanê Qemera min hey lê lê dîlbera dilê min de rabe Hey lê qemerê şirînê qemerê nazikê qemerê Çawişê qîzan û bûka qemerê De rabe sebra ber dilê min lawikê xelqê dîsa qemerê Ê lê qemerê malxerabê sibe ye Tu yê li heywanê li navderê meskine Ez pê hisiya me divê berbûriyê te hatine Xwazgînîkê te hatine di mala qebraxê bavê te de rûniştine Rebiyo qurbano wê çawa be Divê nîvê qelenê xwe dane Hawara Xwedê wele divê şîranîka qemera min xwarine Hema wez ê wê gavê dihatim nava koma xwazgînçiya Min digo ez di bextê namûsa we û Xwedê de me Hûn ê rabin herin malê Bi sonda qesemê evê kewa hanê kewa min e Îsal heft salê min qediya Ez şopa vê kewa hanê digerînim Ji dora welatê Serhedê Min kirî deşta welayeta bêxwedîka şewitî Evî xopana gundê hanê Hûn rabin herin malê Evê kewa hanê kewa min e Na na wele gava min wer digo Min bala xwe didayê kotîheram jindo nemendî mêrî xirab Çima lawê zengîna bû mal û milk û zêr û perê wî pur bû Di nava cemaetê de radibû ser xwe Hinekî kaxid û ewraqan ji cêva xwe derdixist Ê lê ji min re digo de lo lo lawiko bira mala te xira be Heyla tu yê bala xwe bidiyê Bi emrê waliyê Sêrtê qaymeqamê qeza Qubînê Bînbaşiyê cendirme belediye reîsê welayeta Diyarbekira şewitî Nûredîn Dîrek hetanî muxtar û ezakê gundê yî xirabe Ê wele tu yê hela bala xwe bidiyê Ê de navê wê kewa hanê Temamî bi mor û îmze li ser navê min e qemerê Hey lê lê hey lê lê hey lê lê qemerê Min go qemera min destmala destan e Berdilkê temamê xortan e Gele piçûk e li destan e Qemera min naşî ye bîlmez e zarûk e Bi êşa derdê dilê min nizane Wexta qemera min darê beşîkê xwe de mîna gedan e Qîza malxeraba tu yê destê xwe di nava destê min bikî Were ez ê te birevînim Tu quma teze bavê ser xwidanê Qemera min hey lê lê dîlbera dilê min hey lê

Bêjebêje © 2015-2024