the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Salih Şahê Dengbêja

Melul melul melulo siwaro Beyazê gotî Lê lê Gulnazê korî nemayê Sibe ye wez ê Bi wêrana Melazgîra şewitî Gundê bikevir kela Suphiyê diketim Naçime gund ez zûka bikereng e Bira kula Xwedê bi sê kulan be Têkeve derê konê Zekiyê lawê Mîran Begê Min dî vê sibê Li refê siwara kirî gazî Digo gelî siwaran Bûka me derxînin êvar hat Roka me çû dîsa li me dereng e Min dî mîrata şeşagira manêrê Vê sibê di destê Zekiyê lawê Mîran Begê dabû deng e Guleka bi dest berdayê Li bejn û bala bavê Mihemed Salihê min şahê dengbêja Gula xorta teyrê Ser milê qîzan û bûka Nema bû sîma reng e Heyfa min nayê Li kuştina egîtan û xweşmêra Heyfa minê têyo li wê heyfê Îro bêxwedî û sermiyan mane Her çar gundê dor heft reng e Beyazê gotî Gulnazê korî nemayê Sibe ye wez ê Bi wêrana Melazgîra Şewitî Gundê bi kevir Kala Suphiye diketim Îro naçim gund e Wa zû lê dîsa bi dawet e Minê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Min dî mîrata şeşagira manêrê Li destê lawanê Mîranî Begê Gidî lo lo dîsa gurîn ketê Guleka bi dest berdayê Li bejn û bala bavê Mihemed Salihê min şahê dengbêja Gula xorta teyrê Ser milê qîzan û bûka Wêre felekê mala te xera be Wele şikestî per û qanatê Çok û çingê min hermetê

Bêjebêje © 2015-2024