the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Seîdê Ehmed

Gidî lo lo de lo lo de lo lo Min dî Eyşo digo Qasimo lo bra Dilê min î dêşî dêşî Wî de berxê bavê mino lawo Sibe ye dilê min î dêşî Li dunyayê dîsa sed carî dêşî Wele tu ê vê sibê Rabe xwe girê bidî Bi xefyanî bi casûsî Lo bra bi derwêşî Tu ê lez bikî Bilezînî bimeşînî Berê xwe bidî Kambaxa welayeta Diyarbekirê Tu ê pişta xwe bidî Dîwarê bêxwedîka vê edliyê Berê xwe bidî Mapûsxana şewitî Qanata jorê Qawişa diduya nezareta pêşî Tu ê rica bikî Ji mudurê mapûsxanê Tu ê bibêjî lo muduro wezê Ketime bextê namusa Te û Xwedê vê edaletê Wele tu ê qasekî Îzna min bidî Di hundirê mapûsxana şewitî de Wezê bikevim nava Mehkuman û firaran van xuniya Ez ê qasekî rûnêm li kêleka Emînê Ehmed lawê Perîxanê Min ê bigota De lo lo Emînê Ahmed Mala te xera be Wele zalimê Emero û Mistiko Her du pismamê xayin Derbekê berdane Li bejn û bala Seîdê Ehmed Bavê Muhemedko siwarê xezalê De îro mala mezin Maye bêsermiyan e Wezê hatime tu ê Îro ji min û mala me re Keko bra dîsa çi bibêjî Gidî de lo lo de lo lo Wî de lo lo de lo lo Kul û kedera ber dilê min î De rabe Seîdo tu Axa yî Eyşo digo lê lê Emîna lê xwingê Wesîla Hesîna lê lawoyê Gidî wele sibe ye Wezê bi diyarê riza Qîre Kozika Seîdê Ehmed Bavê Muhemedko Ketime dayê bice ye Ê lê gran e dengê Tivingê Emero Mistiko Her du pismamê xayin Ji êvar de Bi ser de kirine şevereş e Mij û duman û xelxele ye De lo lo zalimê Emero Mistiko Her du pismamê xayin Derbekê berdane Li bejn û bala Seîdê Ehmed Maqulê mala me ye Heyfa min nayê li kuştina mêra Heyfa min têyo li wê heyfê Giregirê Reşkotan û Rema Dibên sebeba van xweşmêran Wesîle ye Bi sonda qesemê Wesîle digo Haya min ê Ji vê bêbextiyê qe tune ye Ji berê paşê de şeytanî û fesadî Karê mala Hecî Evdile ye Eviya riyê çendik û çend sala ye Emero û Mistiko mahkum û firarê Li pişta mahpûsxana Diyarbekirê ye Ê de rojê êdan û şahiyan Bazar û gorişmeya Min ê berê xwe da Pişta dîwarê edliya Diyarbekir Malxerabo qapiyê mahpusxanê Xelqê ji min re digo Wesîla korê hûn ê Rabin herin malê Îro gorişme ji mala Emînê Ahmed re Qe tune ye Were lo lo de lo lo de lo lo Seîdo tu Axa yî

Bêjebêje © 2015-2024