the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Şerê Bolindê û Hedhedkê

Dayê dayê dayê hê dayikê dayê Le Şerê digo Eyşê rebenê Mihemedo lo lawo Berxê bavê mino Minê digo çem çemê şêx tuneye Bira kula Xwedê bi sê kula be Têkeve berê Mala Hesokê Brahîm Axayê Êzîdiya Hema eskerekî giran hilanî Ketibû Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê Emo Giraniya vî eskerî ji êvar de Ketibû mala bavê min û te ye Hey lê dayê rebenê Seet di çar û pêncê sibê de Mi bala xwe dayê tê nalînê birîndara Şîrqînê mîratê bêşatêşa Min dî peyakî ji Bolindê derket li seriya Mala Mistê Bi sê denga hawar û gazî ye Ez ê bi dengê tivinga re derdiketim devê derî Bi ser meytê Têloyê birayê xwe re dadiketim taxa jêrî Rast hatim meytê Hecî Mihemed cotê kura Hesê Têlo bira Xwedê hebîna Tu yê loman û gazina ji xwişka xwe nekî Wele wez ê gava çav diketim Li meytê Hecî Mihemed cotê kura Berxê bavê mino lo lawo mîrata kezebê şirîn e Hema min ê wê gavê jibîr kiriba kul û kederê te ye Heyla lê dayê rebenê Min ê digo Mihemed zava ye Qasim keya ye Têloyê min mehkûm û firar û eşqiya ye Ez ê dadiketim taxa jêrî Mina pepûka qipika ser çîçika ye Herê dayê dayê dayê dayikê dayê Le Şerê digo Eyşê rebenê Mihemedo lo lawo Ez ê bi Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê Emo diketim Sive ye min dî berf û ba li me barî Erdekî kevir bira kula Xwedê bi sê kula Têkeve berê Mala Hesoyê Brahîm Axayê Êzîdiya Hema eskerekî giran hilanî Ketî Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê Emo Giraniya vî eskerî ji êvar de Li ber derê mala bavê min û te de Le Eyşê rebenê dîsa wa ye cî bi cîk e Heyla lê dayê rebenê Seet di çar û pêncê sibê da Mi bala xwe dayê Tê nalînê birîndara şîrqînê mîratê bêşatêşa Mi dî peyakî ji Bolindê derketo Li seriya mala bi sê denga hawar û gazî kir Ez ê bi dengê tivinga derdiketim devê derî Rast hatim li meytê Têloyê birayê xwe Dadiketim rasta jêrî Rast dihatim li meytê Hecî Mihemed cotê kura Herê Têlo bira Xwedê hebîna Tu yê loman û gazina ji xwişka xwe nekî Wele wez ê gava çav diketim Li meytê Hecî Mihemed cotê kura Berxê bavê mino Derdê mîrata kezebê şirîn e Hema min ê wê gavê kul û kedera birayê xwe jibîr kir Gelî gohdara cemaeta hazir Dengbêja were gotiye ji berê û paş de Ji Hesokê Birahîm pêvetir Bira kesekî li serê civat û caxiyê camêrê mîna hazir Rûnenê pesn û meziyetê xwe nede Ê lê mebê roja şerê Bolindê û Hedhedkê Toximê mêra li Mala Dîbo li Mala Quto nebê safî nekir Heyla lê dayê min digo Mihemed zava ye Qasim keya ye Têloyê min e mehkûm û firar û eşqiya ne Ez ê dadiketim taxa jêrî Xata porkur mîna qipika li ser çîçika ye Hey lê lê ahî

Bêjebêje © 2015-2024