the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Şerê Navbera Mala Eliyê Zawo û Mala Emerê Selîm

Weyla Axawo Axawo Axawo Wezê bi diyarê Silatê Mala Mûso diketim bi çem û kanî Min dî Bavê Muhemed Selîm Gula suwara lê girê da mihîn canî Bila kula Xwedê bi sê kula Têkeve derê Mala Eliyê Zawo Qela mêra li Mala Emerê Selîm Axa anî Weyla Axawo tu Axa yî Şerê li me çê dibû Li diyarê Silopî Rezê Mala Mûso lo li vî banî Min dî Eminê Ehmed Gurê meha sibatê Wa elmanîka xwe hîlanî Ez ê vê sibê Xwe bawêjîm bextê Namûsa te Sekmanî Tu yê guleyekê bernedî Li bejn û bala bavê Muhemed Selîm şahê xorta Çakêt li nava milê Vî xweşmêrî meke Bar giran e lo Weyla Axawo tu Axa yî

Bêjebêje © 2015-2024