the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Siloyê Sanikî

Derê hayla hayla lo bira Wî de lê lê dayê dêranê sibe ye Wez ê bi diyarê Qurîngolê bi Neferê diketim Min bala xwe dayê ji êvar de giran e bi ser me de bîna libes e Ehmed Begê bi sê denga dikir gazî digo De lo lo Selman Bego serê bîst û yek bavê min bi qurban be Le tu bala xwe bidê vê sibê Dengê nalînê birîndara li hafa bavê min lo li semta rê tê Birawo mere serê xwişkê bi qurbano dîsa giran e şer e Lo lo keko lo bira min ji te re nego tu mere serê wî tehtikî Hirşê devgeniya gamêşê golgeniya Her çî di nava gorî berana de berx e ma lo Na na wele li orta meydanê Gava çavê meriva bi çavê vî zalimî dikeve Ez ê ji we re sond bixwim bi sonda qesemê Mîna bîhna sekerata mewtê li pozê meriv bixe Li orta meydanê meriv ezraîlê xwe bi çavê serê xwe bibîne Birawo mere serê xwişkê bi qurbano dîsa giran e şer e Lo lo keko lo bira min ji te re nego Tu mere şerê Siloyê Sanikî Kesê ku here şerê Siloyê Sanikî Ez ê ji te re sond bixwim bi sonda qesemê Ji mala xwe da bi kêf û şahî derê Wî lawo bi selametî venagere lo were mere Derê hay lo hay lo hay lo bira Wî de lê lê dayê dêranê sibe ye Wez ê bi diyarê Qurîgolê bi Nefelê diketim Min bala xwe dayê sura bayê bûna ji xetê Ji êvar da bi ser me da helan e dîsa dilîlîne Ehmed Begê bi sê denga dikir gazî digo De lo lo Selman Bego serê bîst û bavekî min bi qurban e Le tu yê vê sibê rabe dîsa zû bike bilezîne Kihêl û malekiya ji tewlê bikişîne Teng û berê wan bişidîne Wele tu yê standarta kekê xwe di biniyê wan de bîne De tev nede dayika me axtiyar e li aliyê malê raza ye Berxê bavê mino tu ê vê sibê şiyar meke Lo lawo vî şer û talanê giran mehesîne Lo lo keko lo bira serê siba Xwedê da Ez bala xwe didimê dengê van tivinga dengê tivingê zarûk û marûka ne Wele dengê van tivinga dengê tivingê Mala Tûjo şerekî giran e Şerê Siloyê Sanikî hirçekî bi sê birîn e Lo lo keko lo bira wele kesekî nizane nîşanê eskerê Siloyê Sanikî bi çi teherî ne Ew kesê eskerê Siloyê Sanikî be Serê wan papax e devê cunaxê nava milê wan elesorê Esawî ye Besrawî ne Na na wele di lingê wan de gîzme şiftelî ne Tivingê destê wan temamê ji ê kuçukçapê Romê modalî ne Wele siwarê wî siwar dibin peyadar in Ji xwe re ketine serê daxan û çiyan Mîna eskerê hukûmata Romê dikin bikişf û qollî ne Lo lo keko lo bira ez serê siba Xwedê da Bala xwe didimê Dengê van tivinga dengê zarûk û marûka nîne Wele dengê van tivinga dengê tivingê Mala Tûjo Şerekê giran e şerê Siloyê Sanikî bi sê birîn e Lo lo keko lo bira min ji te re nego Tu mere şerê Siloyê Sanikî Hirçê devêgeliya gamêşê golgeniya Hêçê zilama berxê berana Na na wele li orta meydanê Gava çavê meriv li çavê wî zalimî dikeve Ez ji we re sond bixwim bi sonda qesemê Mîna bêhna sekerata mewtê li pozê meriv bixe Li orta meydanê meriv ezraîlê xwe bi çavê serê xwe bibîne Birawo mere serê xinga teb i qurbano dîsa giran e şer e Lo lo keko lo bira min ji te re nego tu mere şerê Siloyê Sanikî Ew kesê ku here şerê Siloyê Sanikî Ez ji we re sond dixwim bi sonda qesemê Ji mala xwe bi kêf û şahî derê Ji wir da nahê bi selametî venagere

Bêjebêje © 2015-2024