the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Xalê Cemîl û Werdem Xanimê

Xalê Cemîl Xalê Cemîl Xalê Cemîl wez gune me Lo lo Xalê Cemîl min bi heyrano Wele tu yê extiyarê dîno Ez gede me Lo lo Xalê Cemîl emrê te ye Çûye çil û pênca Wez çarde me Lo lo Xalê Cemîl malşewitiyo Tu yê ji min vegera be Wezê stûxwar im bêçare me Xalê Cemîl malşewitiyo Wezê ne pariyê devê Murdarê fena te me Xalê Cemîl ez gune me Xalê Cemîl digo Lê lê Werdem Xanimê Sibe ye min û diyarê Qerdîlekê Lê lê Werdem Xanimê Min bi heyranê Qamkinikê lê meşwerdekê Wele tu yê gohê xwe Mede qise û gotinê Galegalê şeytan û fesada Fesadiya xelkê Bila Xwedayê teala biqedîne Muradê min û Werdem Xanimê Şevekê ji şevê payizê Heta şeveqa sibê Bila wê çaxê Li ser singê min peya be Qasidê mîrata qolfelekê De gidî lê lê Gidî lê lê Werdemê Dêgawirê bavecemê Ez ê qasekî rûniştima li kêlekê Li balê dîsa wa le cemê Gidî lê lê lê Werdemê Lo lo Xalê Cemîl malxerabo Wele tu yê ji min gera be tu mezin î Li şûna xalê min î Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î Lo li şûna bavê min î Lo lo Xalê Cemîl ez gede me Malxerabo wele tu mezin î Lo lo Xalê Cemîl Tu yê nebe sebebê Lo lo qedera min î Xalê Cemîl wez gune me Xalê Cemîl Xalê Cemîl Lo ez brîndar im Wez ê brîndarê Destê kesê kal im

Bêjebêje © 2015-2024