the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Xezala Min

Xezal Xezal de hayê hayê hayê wayê Wele Xezal im ji xezalê çiyayê bidar im Wez ê xezal im ji xezalê çiyakê bidar im Yadê rebenê wele wez ê werdek im Ji werdekê avîsar im Ez ê sala par vî çaxî Delalîka ber dilê lawikê xwe bûm Kuriko gulbendê qîzan û bûkan bûm Ê lê sala îsal ez ê ketime ber tor û bextê Kotî heram jindo nemerd î mêrê xerab Mîna kundê qûçan hêdî hêdî yawaş yawaş ez dixwarim xezal Lê xezal hayê lê xezal hayê lê xezal cefayê hayê Li qûna çiyayê Şengalê xezala min ê vê sibê Rûniştiye li siya mîrata vê tifikê Dikim nakim ji êvar de xezala min xeyidiye Hawara Xwedê çima xezala min li min nayê rayê Xezal xezal de hayê hayê hayê wayê hayê Wele wez ê xezal im ji xezala çiyayê Xedaliyê Wez ê xezal im ji xezala çiyakê Xedaliyê Ê lê devê min ê li çêrê Çavê min ê li bazdanê Gohê min ê li godariyê Xwezila wez ê bibama sulumekê ji sulumê dora bêxwedîka modoliyê Têketama qol û milê delalî malê Çend sala pê ra li zozana Hêdî hêdî yawaş yawaş bigeriyama li seyda kewmariyê Lê xezal hayê xezal hayê lê xezal hayê xezal cefayê Li qûna çiyayê Şengalê xezala min ê vê sibê Rûniştiye li siya mîrata vê tufekê Ji êvar de bi mila ve ez ê dikim nakim Xezala min ne radibe ne diçêre Hawar e li min çima li min nayê rayê

Bêjebêje © 2015-2024