the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Xortekî Ku Şandine Eskeriyê

De rê hay lê dîlê dîlê Dîlê lê were dîlê Lê dayê dêranê Xwedê hebîna hûn e Min kur bikin way lê Min kem bikin Hûn ê berê min bidin Sewqiyatxana Dîyarbekir Qatekî cilê eskeriya Qerenê zava way lê Reş li min bikin Ji bona reza Xwedê û pêxember Lawikê min ê ecemî ye Li meydana Erzurûmê Li pêşîka delalîkê dilê min da Dersan û talimê bikim Lê hay lê dîlê lê dîlê dûrê De rê hay lê dîlê Hay lê dîlê lê were dîlê Lê lê dayê nemayê Sibe ye min dî tiranê Ji stesyûna Diyarbekir Wa ye hereket kir Wey lê li min porkurê Li erdê biniya mala me sekînî Bi sê denga munawire kir Wele min ê vê sibê rabûya Qatekî cilê derwêşan û casusan Li bejna xwe kir Hawara Xwedê wez ê Li temamê odê tranê digeriyam Hevo hevo yoxilme kir Ji bona reza Xwedê Wele derdê dilê min gelek e Delalîkê dilê min tê da bû Koranî bi çavê min de hato Wey lo min nas nekir Lê hay lê dîlê lê dîlê durê De rê hay lê dîlê Hay lê dîlê lê were dîlê Wey lê dayê min go Binîka mala me da Way lo bi zeviya ketim Bila kula Xwedê têkeve Berê ezayê gundê me Her çar ezakê vê heyetê Le çewa destê min û Delalîkê dilê min Ji hevdu qetandine Berê wî dane Kambaxa Erzurûmê eskeriyê Bêxwedîka way lê vê xurbetê Lê hay lê dîlê lê dîlê durê

Bêjebêje © 2015-2024