the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Yadoyê Dimilî

Nemînim nemînim nemînim ji te re Wele tu yê darê dîwanê belê Komê xulam û xizmetkara cotê xanima Qesr û qonaxê Gumguma kamil Bêxwedî bihêlî ji kê re Weyla waxawo şereka li me çê dibû Li Gonîka jêrîn û jorîn Li serta Somerê Hafa Qizilçubuxê ma bikele ye Na na wele min ê Bal û dêhna xwe berdayê Min dî ji êvara Xwedê da Li ser serê peyayê mala Xelîl Dîsa şer e qal û qewxe ye Na na wele li min porkurê Min go giran e dengê mîratê Bêşatêşan û gawursustema Ji êvar da ketiye Gonîka şewitî Helfê çiyê ji pê re Bûye law xelxele ye Bira kula Xwedê bi sê kul be Têkeve berê Reşîtê lawê Serhed Sebeba şeytanê dunyayê Derbekê bera bedena Bavê Silhedîn gula xorta dabû Na na wele Xwedayê min pê zane Li erefa meydanê Sekinî Yadoyê Dimilî Siwarê Nîgarê kilê çavê Têliyê tevî şahê xorta Teyrê ecelê Sadûn e law bêselhe ye Weyla waxawo şereka li me çê dibû Li Gonîka jêrîn û jorîn Wele li seksa Somerê Hafê her du ava Li xopana Qizilçubuxê Me bi dar û bî ne Minê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Min dî qeflekî Siwarê mala Xelîl Wele vê sibê siwar e Ketine hafê çiyê Ji xwe re ge dixarînin Law ge dilezînin Bira kula bi sê kul be Têkeve berê mala Reşîtê lawê Serhed Derbekê bera bedena Bavê Silhedîn dabû Wele ji êvar da Bi du gula birîndar e Halê wî tu nîne Min bala xwe dayê Li erefa meydanê sekinî Yadoyê Dimilî siwarê delû Nîgarê Kilê çavê Têliyê Tevî şahê xorta Teyrê ecelê Sadûn e law çavhêşîn e

Bêjebêje © 2015-2024