the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Farê

Zavayê Dest Bihine

De herê heyla dayê heyla dayê Maqulê digo lê lê Emînayê Malxerabê sibe ye roka gundê Hilate ji aliyê rohilatê Şewq û şemalê Daye qesr û qonaxê Mala Hecî Mihê Mala Hecî Begê Senîta tê Wele sibe ye min bala xwe dayê Zirav e dengê tivingê Mala Hecî Mihê Mala Hecî çarnekal tê Wele gran e dengê modaliya Dengê zava tê de ker û lal tê Wele sibe ye Min bala xwe dayê Min dî qiflê qîzan û bûkan Li ber deriyê Mala bavê min rebenê Li hev civiyane Dilê min bi rehma Xwedê Wê yekê şa dibû Minê digo qayiş hinarîkê Nû dixemilînin wexta li civatê Minê nizanibû bila kula Xwedê Bi sê kulan be têkeve derê Mala Evdilmecîd pismamê min Derbekê berda li bejn û bala Birayê min rebenê Ez ê vê sibê Berê xwe bidime kambaxa Hezo Xwe bavêjim bextê Muhemedê Şabo reîsê eşîratê Minê digo heyfa min nayê Li kuştina mêra Kuştin riya mêran e Mirin emrê Xwedê Derdê min ew derd e Heyla li min porkurê Dibê wî lo serê sê roja ye Na na wele muxtarê gundê me Her sê dorê Îro li cezayê brê min Derketine taqîbatê De herê heyla dayê heyla dayê Maqulayê digo lê lê Emînayê Malxerabê sibe ye min dî roka gundê Hilate ji aliyê Babasiyê Şewq û şemalê daye bejna Kanîsimê Pozê kela vê Subhiyê Wele sibe ye min bala xwe dayê Gran e dengê tivingê Mala Hecî Mihê Mala Bekir di nav de xweş tê Dengê mîrata vê modaliyê Wele sibe ye Min bala xwe dayê Qeflê bûkan û qîzan Li ber derê mala bavê Min rebenê civiyane Dilê min bi rehma Xwedê Wê yekê şa dibû Minê digo qê Husna kekê min Lê dikin cilê zavatiyê Min ê nizanibû Bila kula Xwedê Bi sê kulan bikeve Derê mala Evdilmecîd Pismamê me yê xayin Derbekê berda li bejnû bala Bav û brayê min rebenê Hema wezê serê vê sibeyê Berê xwe bidime kambaxa Hezo Xwe bavêjime bextê Muhemedê Şabo reîsê belediyê Minê digo malxerabo Heyfa min nayê li wê heyfê Li kuştina mêra Kuştin riya mêra ye Mirin emrê Xwedê ye Derdê mezin ew derd e Wele divên bûka destbihine Serbixêlî keçika paşê Îro ma li zozan Li mala bavê li zeytiyê

Bêjebêje © 2015-2024