the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Huseynê Omerî

Nofa

Endîwerê dikana lê lê Kezeba min, şêrîna min Endîwerê dikana Nisêbin qayimkama Enqera textê siltana Çavê mi li yeke ciwan a Nexweş im nav nivîna Çûm heya nav burxala Heya bi nav elemana Daketim nav yewnana Hilkişîyam cem meqrîyas Evraqêm girêdana Avêtinê Stenbolê Qesxanak li wêde bû Şazde derzî li mi dana Go Huseynkê Omerî Êşa te pir xedar a Dermanê te tune ye Incaq li cem xwedana Diketim ê trênê Xwe berda Nisêbînê Daketim ê Qamişlo Jêr dibên Textor Nafiz Textorkî pir yeman a Wexta filîmê min girtî Go Huseynko pepûko Êşa te pir xedar a Dermanê te tune ye Çûm welatê serheda Jêr dibên Mela Ehmed Melakî misliman a Bi derdê dila zana Nava gerîya Qur'ana Heya bi cûzwê emana Go Huseynkê Omerî Êşa te pir xedar a Qurana min xwendîye Do perê han çûm camîyê Min kitêb vekirine Tiştê kitêb dibêje Memkê Nofa dermana Nofa û Nofa û Nofa min Nofa wele tu bax î Nofa û Nofa û Nofa min Nofa wele tu bax î Bi fîstankî qaçax î Êvarî cîka raxî Ramûsankê bide min Ez di bextê wê ciya te de Çi bidij î çi baltax î Nofa û Nofa û Nofa min Min nûk anî kaviştê ? Nofa û Nofa û Nofa min Min nûk anî kaviştê ? Keçikê xwedê hiştê Dora memika bihuştê Xwedê mêrkê te kuştê Nofa û Nofa û Nofa min Qamişlo ber bi ba ye Nofa û Nofa û Nofa min Qamişlo ber bi ba ye Omerîya jê xuya ye Nofa tu pir hêja yî Nofa û Nofa û Nofa min

Bêjebêje © 2015-2024