a photo of Ibrahîm Rojhelat

Ibrahîm Rojhelat

Ax Welat

Sal derbas bûne ji te dûr bû me Hesreta minê te bibînim Li nava xerîbî jîyan nameşe Dilê min ser te pir diêşe Ax welatê min ronîya çavê min Bi roj bi şevan tu li bîra min Ax welatê min cî û warê min Ne ma ez vegerim gundê min Wek min bi hezaran ketin nav rêyan Koçber bûn welatê bêyanîyan Tu jî dinalî pir bîrîndar î Li hêvîya gelê xwe mayî (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024