Ibrahîm Rojhelat
Egîd
Dûr neçe heval
Na na tu dûr neçe
Zemherê tofane
Bahoz û borana
Xew şîrîne na heval
Dilê min naha bîra ji agire
Vêdikeve bi evîne
Wek axa welatê min û rih dide can êmin
Lê çima sar dibe laşê te
Wek hêstêrek çav êmin wekê berfa Zagrosan
Dûr neçe heval na na tu dûr neçe
Veke çavan loo zanim xew şîrîne
Lê rabe nobedarîya man û nemanêye rabe
Vaye binêr berbangê avît dîsa
Roj derdikeve agir li çîyan pêdikeve
Vaye bi bîhîse dengê ava kû diherike
Dengê dilê kû dihele Dengê dilê kû dihele
Rab serê rake
Biqîre çavan veke
Dengê xwe bilindke
Dilê xwe geş bike
Hêvya me nêze heval
Zanim belkî tu ji zanî
Her bûhar xwe ji nû vedixemîlîne
Li Zap Çûkûrca Colemerk û Hakûrk
Naha serî rake çavan veke û biqîre
Wek sitranek azadîyê û wekê sitranek aşîtîyê
Heeeeey egît bazên çîyayên Colemerk
Dûr neçe heval na na tu dûr neçe
Ji here bihnekîde hezar car dişewête cîger
Vaye binêr rê hevalên te bablekanê dileyîzin
û zanibe benda te ne naha dema serkeftinêye naha rabe
Dengê xwe bilindke
Dilê xwe geş bike
Hêvya me nêze heval