a photo of Ibrahîm Rojhelat

Ibrahîm Rojhelat

Egît

Dûr neçe heval Na na, tu dûr neçe Dûr neçe heval Na na, tu dûr neçe Zemherî, tofan e Bahoz û boran e Xew şêrîne Na heval! Zemherî, tofan e Bahoz û boran e Xew şêrîne Na heval! Dilê min niha bîra jê digire Vêdikeve bi evîne Wek axa welatê min û rih dide canê min Lê çima sar dibe laşê te? Wek hêstêrek çavê min, wekî berfa Zagrosan Dûr neçe heval! Na na, tu dûr neçe Veke çavan lo! zanim xew şîrîne Lê rabe! nobedarîya man û nemanêye Rabe! Vaye binêr! berbangê avêt dîsa Roj derdikeve Agir li çîyan pêdikeve Vaye bi bîhîse dengê ava kû diherike Dengê dilê kû dihele Dengê dilê kû dihele Rab serî rake Bi qîre û çavan veke Rab serî rake Bi qîre û çavan veke Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêvya me nêze heval Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêvya me nêze heval Zanim, belkî tu jî zanî Her bûhar xwe ji nû vedixemîlîne Li Zap, Çûkûrca, Colemerk û Hakûrk Niha serî rake, çavan veke û biqîre Wek sitranek azadîyê û wekê sitranek aşîtîyê Heeeeey Egît! Bazên çîyayên Colemerk Dûr neçe heval! Na na tu dûr neçe! Ji here bihnekîde hezar car dişewête cîger Vaye binêr! rê hevalên te bablekanê dileyîzin Û zanibe benda te ne naha Dema serkeftinêye naha rabe Rabe! Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêvya me nêze heval Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêvya me nêze heval Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêvya me nêze heval Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêvya me nêze heval

Bêjebêje © 2015-2024