Ibrahîm Rojhelat
Nergîz
Nergîza şox û şeng hewlêrî
Gêj û mestane te me
Şox û şeng tu bi kofîya zerî
Îro mevanê te me
Dilhebokê, xemrevokê
Tu ji bin konê zû derê
Gulperiyê û kevokê
Ramûsanek bê herê
Kengî tç bçyî civatê
Bideme te xweş xelatê
Bo kar û îş û xebatê
Gêj û heyrana te me
(Dîsgotin)
Xatûna bieşq û evinê
Şana te xemrevîna
Her roj ku tême civînê
Govend û dilana te me
(Dîsgotin)