Ibrahîm Rojhelat
Roboskî
Ji bo jiyanê ketime rêyan
Barê min giran, jiyan perîşan
Ji bo parîkek nan, xatirê xeyalan
Ketim kemîna gur û hoviyan
Hêsirên çava di nava xwîn û xirarê de man
Qêrîna dayîkan çiyayên bilind û berfê diqelaşt û digihîşte ?erşên Xwedê
Hestên bêxwedîbûnê dikete nava dilê Kurda
Dîrok bi hêsirên çavên dayikan dinivîsand çarenûsa me
Û Ew roj li erdnîgariya bi xwîn
Dunya bû weke agir xwe cih kir di nava dilê dayikên Kurdan de
Stêrkên şevê ezman reş û tarî
Xwîna sor herikî ser berfa sipî
Pêxas û tazî laşê min cemidî
Jiyan ji dest çû bê war û bê xwedî