the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îbrahîm Xelîl

Seva Te

Keçka han dûrva tê Gelek dilê min tê Êw bêjn û bala wê Huba min ketê Ber min va dêrbaz bû Çû û winda bû Şev û roj digerim Ez wê nabînim Bedewîya te tenê Sebeba min bû Ev dilê min jihal Ser te bengî bû Hertim hergav Tê ber çavê min bedewiya te Heval û hogira w'ez dipirsim seva te Ev dilê minî jihal bengî bûye ser te Dimrim seva te dijîm bona te Wa dîsa bû tarî baran dibarî Gula sor destê min, min te digerî Ez û tu bi hev ra nav baxçê gula Min tera got strana weke bilbila Min geleka dîtîye Wek te nedîtiye Kilê çavê teyî reş Dilê min helandiye (Dîsgotin) Seva te bona te Seva te bedewiya te Seva te bona te Seva te bedewiya te (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024