Îbrahîm Xeyat
Çawekant
Çawekant bêdeng edwên
Nîgakan zor şit ellên
Ewey be dem naydirkênî
Ewey lat bote nhênî
Herkatê serincyan edem
Aşkra lêyan têegem
Çawekant cutê çran
Bo rûnakî rêm hellkran
Lerêy sextî berew jûrda
Be şwên hîway berz û dûrda
Nîgayan wze û tînme
Têşuy seferî jînme
Çawekant cutê xorn
Wan be asmanî dllewe
Sruştîş tînî lê dzîwe
Wan be rûmetî gullewe
Gulîş boye pêkenîwe
Xendey le lêwt dzîwe