Îbrahîm Xeyat
Ême Giyanêkîn
Ême giyanêkîn le dû cesteda
Wek şê'hir û awaz le yek besteda
Diniya natiwanê lêkman katewe
Meger xiwa boxoy biman batewe
Ême periwerdey, yek xoll û awîn
Bo yek mebest û bo yek pênawîn
Le naw yektira tiwawînewe
Rêbiwarî yek rêyin ciya nabînewe
Ême giyanêkîn le dû ceste da
Wek şê'hir û awaz le yek besteda
Diniya natiwanê lêkman katewe
Meger xiwa boxoy biman batewe
Peymanman dawe, ta le jîna bîn
Bo teniya satêk, bê yektir nabîn
Eger lew diniyaş zîndûbînewe
Heriwek û yêsta Yek egrînewe
Ême giyanêkîn le dû ceste da
Wek şê'hir û awaz le yek besteda
Diniya natiwanê lêkman katewe
Meger xiwa boxoy biman batewe
Yek bo yektîrî xorakî gyanîn
Le teniyaneda bo yêk qûrbanîn
Aşqî pîrozî ême wehaye
Heta xwawendiş lêman xezaye
Ême giyanêkîn le dû ceste da
Wek şê'hir û awaz le yek besteda
Diniya natiwanê lêkman katewe
Meger xiwa boxoy biman batewe