a photo of Îbrahîm Xeyat

Îbrahîm Xeyat

Le Jêr Asmanî Şîna

Le jêr asmanî şîna Le pall lûtkey befrîna Kurdistan gerram Doll û doll pêwem Ne le şar û ne le dê , Memdî kes wek to ciwan bê! Toyt û bes Kiçe kurdêk dill pêy şad bê Wek firîşte û perî zad bê! Ne barîkî, ne goştin Ne kiçolley ne şajin Ne zor çaw reş ne êcgar geş Bellam be nîgay şîrîn nemdî kes wek to bedîn Toyt û bes! Lêt bê bizey mange şewî Bejin rêk û rewtî kewî Lew rojewe tom dîwe eşqêk le dill çespîwe Satê dûr bî lêm Girr ber ebê têm Ke dest le yexet gîr nabê Le lay kes,dill jîr nabê Le toyt û bes Penay hîwa û xubînînim Awatî giyanî şîrînim Ewsa ke tom nedîbû Jînim tallî û tirşî bû Bebê şadî û aram Bebê hîwa û nakam Ejiyam jînî serserî Nembû kes To raberî , toyt û bes

Bêjebêje © 2015-2021