a photo of Îbrahîm Xeyat

Îbrahîm Xeyat

Xoşim Ewê Wilatekem

Xoşim ewê, xoşim ewê Em nîştîmanem xoş ewê Ta lêdanî dil esrewê Qed leber çawim nakewî Xoşim ewê wilatekem Kangay hîwa û awatekem Em hewa û aw û gile Bo jiyanim xwênî dile Dil ke bilbilî ser çile Şaydaye bo rûy ew gule Xoşim ewê wilatekem Kangay hîwa û awatekem Xoşim ewê, xoşim ewê Awate xwazim serkewê Nawî le nawa derkewê Geşe û rûnakî berkewê Xoşim ewê wilatekem Kangay hîwa û awatekem Dilim ellê wek zubanim Xoşim ewê Kurdistanim Xoşewîstî nîştîmanim Bote ser lewhey îmanim Xoşim ewê wilatekem Kangay hîwa û awatekem Kurdistane xoşewîstim Heta mawim eyperistim Be ciwanî dîmenî mestim Hawar eka hoş û estim Xoşim ewê wilatekem Kangay hîwa û awatekem

Bêjebêje © 2015-2024