the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îbrahîmê Newrozî

Emê Gozê (Sîsilê)

Lê lê lê wayê lê lê wayê wey lê lê wayê Meresê got: Sîsilê xwehê dilê min ma li ser Çepera Bacorê Li ser qal û dewayê Bişar dikire gazî: Emo lo lawo tu ji min re were rayê Serê Şebabê xwe kim tu ji min re neyê rayê Sibê van çaxa ezê odeka Baxemsê bikim kadîna kayê Emo digo: Bişaro lo lawo min sond xwariye Bi her sê navê qesemê li ser dinyayê Ez bi kesî re nayême rayê îro sê roj e Mine piyê xwe li qeydê da destê xwe di kelepçê da Eger tu pirsiyara kilîta qeydê ji min dikî Li odeka Baxemsê lawo wê di pencerê da Şemsê Xanima jina Emo meşiya li ser kozikê Digot: De hêde ribado de hêde Min çend car gote di şerê Babê Şebo giran e Bi te çênabe tu yê bi serê xwe mekî mudef’a belê re Emo xeyîdî ling û milê xwe bi qeydê xist Kilîda qeydê şande oda Şemsê Xanimê nîv metro erd kola xiste binê erdê re Goza diya wî jê re mêr e meşiya bi ser kozikê Got: de lê re ribado de lê re Dayîk bi qurbana çavê te yê belek e tû lê re Tê şerekî ji me re bikemînî li ser Kozika Kolanê Ku nav û dengê te ji me re bimîne ji dinê re Diwazdeh pismamê Emo hebûn şeş ew bûn Di şop û rêça wî de bûn Heyfa min li girtin û kuştina egîdan û xweşmêran nayê Li wê heyfê tê Derbeka li Emê Gozikê dane simbilê sor ê sosinî Xiriyane li ser lêvê de lawo Hahîîî.. Ax de lê lê lê wayê lê lê lê wayê Meresê digo. Sîsilê lê xwehê min dî mîla şibekê li mîlê da Eskerê Bişaro Çeto, bi çar babê remî û Pencînariyan Eliyê Ûnis Qewmê Çiyê ve Elmedîna Midûrê Zoqê ve bi Çaçan û Çerkezê Li beriyê siwariyan Belîsê ve bi qumandar û bi kûmsorên tirkan ve Top ser topê kozik û meteresên mala bavê min û te girêda Lê heyfa min çi nayê heyfa min li wê heyfê tê Her çar egîtê mala bavê min û te rebenê Mane çepa Eba Jorê Kaniya Sîmo Kevirê Bûka xwehê rebenê di qeydê de Min dî Goza diya Emo meşiya bi ser kozikê de Got: De lêde ribado de lêde Dayîk bi qurbana çavê te yê belek de tu lêde Tê şerekî ji me re bikî mîna eshabê dewra berê Heta em sax bin nav û dengê te ji min re bimîne dinê re Diwazdeh pismamê emo hebûn şeş ew bûn Di şopa rê de şeşê din kuştin bi ser cinazê Emê de Heyfa min ji girtin û kuştina Egîdan û xweşmêran nayê Li wê heyfê tê derbeka li Emê Gozikê dane Simbêla sorê sosinî xiriyane bi ser lêvê de lawo Hahîhîîî

Bêjebêje © 2015-2024