the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îlkay Akkaya

Kula Roboskî

Way dayê, way dayê way Ez kuştim, ser çiyayê way Way lê dayê min go vê sibê Delalê dilê’m rabû ji xewa şêrîn Girêdida van qantiran nav hêstiran Berê xwe dida Îran’a şewitî nav hidûdan nav siniran Bila kula Xwedê bikeve mala van dijmin û van neyaran Welleh çawa li Paytexta Enqerê civîn dane qerar dane Rakirin fermana dîsa zarokên me kurdan e Ax lê delal ax lê delal ax dayê min rebenê Ez ê hingî sax bim li ser rûkê vê dinyayê Wileh tu carê tu caran kula şehîdên çiyayê roboskê ji dilê min dernayê Ax lê delal ax lê delal ax dayê min rebenê Ay lê dayê min go ez ê çiyayê Roboskê ketim nava zinaran, ax nav newalan Bila kula Xwedê bikeve mala van dijminan Çawa li ser serê berxên min rakirin ax xirexira giregira mîratên wan teyaran Wele li ser serê berxên min re şandin lav û bomba, ax jehra maran Hay lê dayê hay lê dayê hay lê dayê hay lê dayêê Hay lê dayê hay lê dayê hay lê dayê  lo li min rebenê Wele min got heta ez ê sax bim li ser rûkê vê dinyayê Tu carê tu caran ax kula çiyakê Roboskê ji dilê min dernayê Ax hay lê delal hay lê delal hay lê delal ax dayê tu reben î Hay lê dayê min go ez ê çiyayê Roboskê ketim nav dilê diyar Wî de gava min ê bala xwe didayê çi qas dar û kuçik û kevirê li wê hene Dîsa halê dilê min li ortê re pir digiriya Wele min go ez ê rabim goştê delalê dilê xwedicivînin bi van destan ax bi tiliyan Ax hay lê delal hay lê delal hay lê delal ax dayê tu reben î Hay lê delal hay lê delal hay lê delal hay lê delal hay lê delal Hay lê delal hay lê delal hay lê delal dayê li min rebenê Heta sax bim li dinyayê wele tu carê tu caran Kula şehîdên Roboskê ji dilê min dernayê Ax hay lê dayê lê dayêê, lo li min rebenê

Bêjebêje © 2015-2024