the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îsa Hesen

Ez û Yarê

Ez û yarê yarê, ez û yarê yarê Em ji hev bi dil bûn, em ji hev bi dil bûn Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Ez û yarê yarê, em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê Em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Ezman pir şîn bû, pir di nava rojê da Çavên min li rê bûn, li hevîya yarê da Stêr bi hazaran bûn, di nîvê şevan da Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me govend datanî li nav kulîlka Me dîlan dikir li ber dengê dîka Me gulî di hûnan wek hejhejîka Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Ewr pê de hatin, şêv reş û tarî bû Tenê yara delal, bo min ronî bû Kunda li ser me xwend, ezman xalî bû Em ji hev dûrketin ez û yarê û ji Kurdistanê Em ji hev dûrketin ez û yarê û ji Kurdistanê Ez û yarê yarê ez û yarê yarê Em ji hev bi dil bûn Em ji hev bi dil bûn Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Ez û yarê yarê, em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê Em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê Gotin: Kamûran ji Kîkan

Bêjebêje © 2015-2024