the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îsa Hesen

Gulîzer

Ezê rûnştî me li bin dara gulê serê kanî Min dît Gulîzera min hat û jerê xwe li mil kir Pişta xwe da min û kir e meşek bi giranî Min ban kirê, Gulîzer, Gulîzer, Gulîzer .. Bihara ‘emrê min tu yî Gulîzerê Were were Gulîzerê tu bûy wek heyva biharê Weke kulîka hinarê ez ban dikim şêrîn yarê Were were were were were were were were were were Gulîzerê Gulîzera min tu delal î tu delalî, tu xewş hevalî Binêre li min û vî halî, hêstir ji çavên min tên xwarê Were were were were were were were were were were Gulîzerê Gulîzera min tu xweş xatûn Em aşiq bûn wek Leyla û Mecnûn Were li cem min rûn ji sibê ta êvarê Were were were were were were were were were were Gulîzerê Min lê nerî û axîn kişan axîn kişan û dilê min eşiya Ez bûm wek dîn û serxweşa, ez ban dikim şêrîn yarê Were were were were were were were were were were gulîzerê.. Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024