![the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo](https://s3.eu-west-2.amazonaws.com/bejebeje.com/artist-images/placeholder-s.jpg)
Îsa Hesen
Heval
Eman heval eman heval
Ji ber derdan ez bûm e pîr û kal
Di bin destê neyaran de nexweş ketim
Bi meh û sal
Nexweşdarê meh û sal im
Ji ber jana dil dinalim
Gelî xortan wekî şêr bin
Divêvin em hemî bi kêr bin
Ma ne bes e êşa evîn
Ji ber kulan ketim nivîn
Bi salan pir nexweş ma bûm
Lewra dil min bûye xwîn.