the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îsa Hesen

Keçê Dînê

Keçê dînê ciwanê çavê te çav xezalê êvar e, reş e tarî dilê min giriya û nalî Dilê min giriya û nalî ji bo çavên te yî tarî Lêven sorî û delalî biskên zerî û zelalî Ji bo biskên zer zelalî ketim rêka reş û tarî Rêka bê dest pêk û talî Te dibînim li meydanê çima tu nayê malê Dilê min ketiyê metalê heger tu ne yî li balê Wê rawestê bi yek carê Keçê dînê ciwanê çavê te çav xezalê êvar e, reş e tarî dilê min giriya û nalî Dilê min girîya û nalî ji bo çavên te yî tarî

Bêjebêje © 2015-2024