the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Îsa Hesen

Serî Rake

Serî rake û binere Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê Pir tu dûrî ji çava Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê Ez xortekî ciwan im Ez xwestiya keçan im Wek xwedana ji biska Dakivim ser gûhara narê, Narê Narê Serî rake û binere Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê Pir tu dûrî ji çava Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê Destê min girt û meşî Em daketin nav tarê Go ez ji destê te herm Tu bibîne l’xesarê narê, Narê Narê Serî rake û binere Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê Pir tu dûrî ji çava Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê Ez bi gûl û biybûn im Rengê vê gûlê yarê Ez bayekî hênik im Lê ji kenê vê yarê yarê yarê Serî rake û binere Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê Pir tu dûrî ji çava Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024